Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:24

Bi dirûşmeya “Bi Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” Azad Bike Rêbertî” 5’emîn Kongra Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li Hesekê  hat lidarxistin. 500 delege ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, nûner û rêxistinên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endama Mekteba Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Sûrî Nadiya Yûsif kongra 5’emîn pîroz kir û got:“Em xwedî tevgerek û hêzeke hêvî û rizgariya gelan ji planên qirkirin û tunekirinê ne. Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinên ciwan dest pê kir xwe dispêra dîrokeke 50 sal an. Divê em wekî jinên ciwan di vê kongreyê de ji xwe bipirsin û niqaş bikin ku li gorî şerê gelê şoreşgerî me çiqas xwe birêxistin kir. Divê em di xeta şerê gelê şoreşgerî de xwe bêtir bi rêxistin bikin. Em ê deskeftiyên şoreşê bi rêxistinkirina civakê li ser xeta şerê gelê şoreşgerî biparêzin. Lewma divê kongreyê de em ê du xalên girîng dest bigrin. Ew jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo û xurtkirina rêxistinbûyîna jinên ciwan li ser xeta şerê gelê şoreşgerî ye.”

Di berdewamiya bernameya kongrê de nerînên Rêber Abdulah Ocalan derbarê jinên ciwan de weke sînevîzyon hat temaşekirin. Her wiha niqaş li ser rewşa siyasî, rêxistin û rewşa jinên ciwan hate kirin, peyî wê sîstema hundirîn hate xwendin.

Piştî nîqaşên ku di kongreyê de, plansaziya xebatên du salan hat diyarkirin. Kongre bi hilbijartina Meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan a ji 35 kesan pêk tê bi dawî bû.

NÛJINHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.