Li Strasbourgê bayê jinên ciwan

Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 01:35

Jinên ciwan bi vekirina standa li Qada Clebert a Strasbûrgê dest bi çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Çalakiyên jinên ciwan wê heta 7'ê Tîrmehê bidomin.

Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û jinên ciwan ên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” rêzeçalakiyên ku wê heta 7’ê Tîrmehê bidomin dan destpêkirin. Rêzeçalakiyên ku bi dirûşmeya “Rêwîtiya Azadiyê” de hatin destpêkirin de çalakvanan tîşortên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser hebûn li xwe kirin. Çalakvanan li Qada Kleber û li ber stasyona trenê ya navendî ya Strasbûrgê standên bi pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekirin. Jinên ku di navbera standan de digeriyan, tecrîda li Îmraliyê ji rêwiyan re vegotin û bi Kurdî û Îngilîzî daxuyanî dan. Daxuyaniya bi Kurdî li ser navê TekoJIN’ê Roj Azad û Îngilîzî jî Elisa Ginzbûrg hate dayîn. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku hêzên komploger ji bo armancên xwe civakan dikin qurbanî û hat destnîşankirin ku 40 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku azadiya civakan armanc dike nayê girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku jinên ciwan wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tim di nava çalakiyan de bin û hate gotin:“Bi çalakiya ku îro dest pê kir, em radigihînin ku bi îradeyeke mezintir em ê beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bibin." Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Zap Avaşîn Metîna-Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin. Di dawiyê de govend gerandin.

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.