Jin dikarin civakê bi rê ve bibin

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:40

Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an û şûnde krîzeke mezin ya aborî li Herêma Kurdistanê pêk hat. Vê yekê bandorek pir mezin li rewşa ciwanan kir. Di vê krîz û rewşê de sûd ji kêrhatî û hêza ciwanan nehate girtin, ji karûbarên hikûmî hatine bêparkirin. Têkildarî vê rewşê jinên ciwan axivîn.

Xwendevana Zanîngeha Silêmanî Saye Azad bal kişand ser hêza ciwanan û got:“Hêviya hemû neteweyan ciwan in. Erk û berpirsyariyên herî mezin li ser milê ciwanan e. Divê ciwan xwe perwerde bikin, xwe binasin, li gorî berjewendiyên netewî xwedî helwest bin. Divê ciwan hêz û kêrhatiyên xwe binasin, ji bo ew xewn û xeyalên hene bikarin pêk bînin. Ne ku xwe cuda bibînin. Eger bên cudakirin jî divê bi xwe daxwaza mafê xwe bikin. Ji ber ku maf nayê dayîn tê standin.”

Jina ciwan ya din ya bi navê Dilvîn Sîrwan bal kişand ser perwerdekariyê û diyar kir ku divê ciwan berê xwe bidin qadên perwerde lê tê dayîn û got:“Divê berê xwe bidin wan perwerdeyan ku berjewendiyên netewî esas digirin. Sûdê baş jê bigire di warê ziman û zanistî de ku bikare derdorê xwe jî perwerde bike. Jin di asta xwestina mafê xwe de dengê wan nizme. Sedema vê jî desthilata mêrsalarî ye. Wisa kiriye ku bêdeng bin û daxwaza mafê xwe nekin. Axaftina jinan weke şer tê îfadekirin. Wisa kiriye ku dibêjin, ‘jin ji karê siyasî û aborî nizanin’.” Dilvîn Sîrwan anî ziman ku jin hêza wê zêdetire ji ya tê dîtin û ya herî girîng dayîke û got:“Dikare civaka demokratîk bi rê ve bibe. Divê jin dev ji tirsê berde. Ji ber ku di civaka Kurdî de, ew hişmendî xurtire ku nabe jin biçe derve û tevlî semîner û civînan bibe.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.