Armanc gavên dîrokî ne

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:23

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan li ser mijara di neteweya demokratîk de pêşengiya jinên ciwan di bin dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve" konferansa xwe li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê li dar xist. Derbarê konferansê de Rêvebera Ofîsa Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Demokratîk Nadiya Yûsif ji axivî. Nadiya Yûsif behsa girîngiya lidarxistina konferansa Jinên Ciwan kir û got:"Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin beşdarî konferansê bûn. A herî girîng, di vê konferansê de ji bo piştgiriya têkoşîna me bikin ji çend welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê peyamên jinan hatibûn rêkirin, hatin guhdarkirin. Armanc ew e ku ji vir û şûn de em çawa bikaribin hîn bêtir xwe bihêz bikin di nava vê şoreşê de. Di oxira vê dozê û projeya neteweya demokratîk de di 12 salên şoreşa jinan de gelek rêhevalên me canê xwe feda kirin, tenê ji bo ku wateya rast a vê projeyê were fêmkirin û rûniştandin."

Bersiva 6’ê Gulanê ye

Nadiya Yûsif bal bire ser girîngiya lidarxistina Konferansa Jinên Ciwan di vê pêvajoyê de û got:"Berî demekê Hevpeymana Civakî hat pesendkirin û Rêveberiya Xweser ji nû ve xwe saz dike. Di heman wextê de jî hilbijartinên şaredariyan hatin destpêkirin. Em divê ku di nav de xwedî roleke çawa bin û çawa bikaribin bi nasnameya jinên ciwan tevbigerin û rêxistina xwe dorfireh bikin, ev hemû jî girîng in ku werin nîqaşkirin. Her wiha konferansa me ya îro dibe bersiva komploya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan di 6’ê Gulanê de li Sûriyeyê hatibû destpêkirin. Ji bo êrîşkarên ku dixwazin dawî li fikrên Rêber Apo yên ji bo azadiya jinan bînin, wê têkoşîna me her dem tund û bihêz be. Armanca me bi vê konferansê ew e ku em weke jinên ciwan ji vir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ber bi Rojhilata Navîn û cîhanê ve biçin û gavên hîn mezintir, girîng û dîrokî bavêjin. Her wiha ya sereke jî ew e ku em bikaribin tecrubeyên me ji Şoreşa Jinan girtiye bi welatên Rojhilata Navîn û cîhanê re parve bikin û pergala neteweya demokratîk bidin rûniştandin, xwedî li xwe derbikevin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.