Xewn û xeyalên Lorca Garcia

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Îlon 2022 - 22:00

  • Lorca Garcia ji bo wêneyên ku xeyalên wî nişan didin dibêje, “Resmên hemû min ji bo min giring in, her wiha ew rojnivîska psîkoljiya min a rojane ne jî. Wekî din ew maneyeke sembolîk jî li jiyana min bar dikin.”

Guillermo Lorca Garcia, şêwekarekî ji Şîlî ye, bi xewn û xeyalan daketiye û tabloyên surrealîst xêz dike. Ew ji dramaya hunerê Barok, ji çîrokên periyan û her wiha ji xeyalên xwe yên zarokatiyê îlhamê digire û van tobloyan xêz dike. Ji ber ku diya wî nivîskar bûye, ew ji zarokatiyê ve bi huner re mijûl bûye û di warê şêwekariyê de bûye şarezayê xeyalan. Di tabloyên wî de nexasim fîgûrên zarok û heywanan hene. Fîgûrên xwe pirr xweşik li hev tîne û têkiliyeke xurt di navbera van fîgûrên xwe de ava dike. Jixwe, dema ji Lorca Garcia tê pirsîn, dema tu zorok bûyî, te dixwest bibî çi? Ew jî vê bersivê dide, “Paleontologekî ku li jiyana dînazoran dikole.” Yanî bala wî ya li ser heywanan ji zarokatiya wî ve dest pê kiriye û vê yekê di hunerê wî de jî dev jê bernedaye. 

Wî di piçûkatiya xwe de ji wêneyan hez kiriye. Nexasim jî ji wêneyên Gustave Dore ku li ser pirtûka “Çîrokên derbarê rabihuriyê de” bi saya van xêzan hizr û xeyalên wî ji berê xurttir bûne. Her wiha bandora diya wî jî li ser wî gelek e, ji ber ku diya wî ya nivîskar, weke hobî tim wêne xêz kirine û xwestiye kurê wê Lorca Garcia jî bi şêwekariyê re mijûl bibe. Ji bo kurê wê di vî warî de bi pêş bikeve jî gelek pirtûkên bi resm dane wî û wî jî ji van pirtûkan feyz girtiye.

 
Dibe şagirtê Odd Nerdrum

Piştî ku li Şîlî salekê zanîngehê dixwîne biryarê dide ku here Norwêcê û li wir xwendina xwe bidomîne. Ji ber ku şêwekarê bi navê Odd Nerdrum li wir dijî, ew dixwaze wî bibîne û jê dersan bistîne. Odd Nerdrum şêwekarekî Norwêcî ye û bi resmên xwe yên fîgûratîf tê nasîn. Dema Lorca Garcia wêneyên wî di kovarekê de dibîne, zêde di bin tesîra wêneyên wî de dimîne. Ji lewma jî berê xwe dide Norwecê û li wir dibe şagirtê Odd Nerdrum. Bi saya dersên Nerdrum di hunerê şêwekariyê de bêhtir şareza dibe û xwe bi pêş dixe. Lorca Garcia dibêje, peyv û gotin ti carî têra wî nekirine, ji ber van sedeman wî xwestiye xêz bike û xeyalên xwe bi vî awayî nîşanî xelkê bide. 

‘Reseniya karên min jî heye’

Lorca Garcia di ciwaniya xwe de jî herî zêde di bin tesîra şêwekarên weke Rembrandt û Edvard Munch de maye. Afirîneriya wan ya di vî warî de kiriye ku Lorca Garcia bêhtir li ser vî hunerî birame û xêz bike. Jixwe, ew dibêje, min mekanên xwe yên romantîk û her wiha kompozîsyonên xwe yên teatral bi xêra wêneyên van şêwekaran ava kirine û bingehê ku di wêneyên xwe de daniye jî dewema hunerê wan bi xwe ye. Ji ber vê yeke, gelek caran karên wî şibandine yên Velazquez, Rubens û Caravaggio jî, ew jî ji ber vê şibandinê dibêje, “Helbet ev ji bo min şanazî ye. Lê bi rastî ez jî hîna nizanim xwe çawa bi nav bikim. Haya min jê heye ku min armancên xwe yên ciwantiyê pêk anîne, dema ez li vê yekê dihizirim, ev yek dike ku ez xwe baştir hîs bikim. Helbet hunerê wan şêwekaran gelek bi qîmet e, lê ez dixwazim reseniya karên min jî were dîtin.”

Pêşî kompozisyon dûre jî format 

Lorca Garcia dibêje, “destpêkê ez kompozîsyonekê hazir dikim û dûre jî ev kompozîsyonên min formata xebata min diyar dikin.” Heta jê tê ew ji kompozîsyonên xwezayî hez dike û dibêje gelek kompozisyon pêdivî bi formatên fireh hene. Dema meriv bala xwe dide kompozîsyonên wî, her tişt bi rêk û pêk e. Li gel ku di wêneyên wî de gelek tiştên dijber hene jî dîsa jî hevdu temam dikin. Di kompozîsyonên wî de axlebe fîgûrên hewyan û zarokan hene. Heywanên weke leopar, qaz û gorîl ji wan heywanan in ku wî herî zêde cih daye wan. Zarokên ku bi van heywanan re xêz kirine, qet natirsin ji van heywanan û bi wan re aram dijîn. Her çiqas rewşeke kaotîk hebe jî di wêneyên wî de her wiha aramiyek jî heye. Têkiliyeke aştiyane di navbera fîgûrên wî de heye. Lorca Garcia ji bo vê rewşê jî dibêje, “Resmên min hemû ji bo min giring in, her wiha ew rojnivîska psîkoljiya min a rojane ne jî. Wekî din ew maneyeke sembolîk jî li jiyana min bar dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.