Pereyên hesinî vediguherîne gustîlkan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 02:40

Zêr, zîv yan ji pereyên berê, nexasim jî yên ku li ser wan wêne hatinne derbkirin û ji derbxaneyan derketine, ji bo hin kesan pirr bi qîmet in. Ew bi van pereyan rabuhiriyê bi bîr tînin û gelek caran weke sembolekê dinirxînin ya ku ji wan kesên ev pere diyarî wan kirine, ji wan re maye. Ji lewma, pereyên ji metal (ji hesin, sifr, tunc û metalên din) giring in ji bo wan. Heta hin kes hene ji van pereyan koleksiyonên xweşik jî ava dikin.

Sussana Phllips jî van pereyên hesinî (metal) yên bi mane, vediguherîne gustîlkan û dike ku xelk li bibîranînên xwe xwedî derkevin. Her wiha ew bi vî awayî wan bibîranînan tim zindî dihêle. Wê herî dawî pereyekî kevn ê ji hesin ku bavekî daye keça xwe, veguherandiye gustîlkekê. Keçik bi vê gustîlkê bavê xwe ji bîr nake û wî bi bîr tîne. Ji ber bavê wê ji Kanadayê ye jî, li ser gustîlkê Kanada û roja hatina dinê ya bavê xwe nivîsandiye. 

Sussana Phillips ji piçûkatiyê ve ji pereyên hesinî hez kiriye û li sembolên li ser van pereyên hesinî fikiriye. Piştî bi salan ew van pereyan vediguherîne gustîlkan û ev meraqa xwe bi vî awayî daye hewisîn. Sussane karê xwe wiha dinirxîne: “Ji bo ez pereyekî hesinî veguherînim gustîlkekê, divê ez pirr baldar bim. Heger ez bi baldarî nêzî vî karî nebim, dibe ku pereyên hesinî ji hev biçin, biderizin û tişta dixwazim çêkim, pêk neye.”

Destpêkê ew li ser pereyên hesinî qulekê vedike û piştî wê hesin bi saya agir germ dike û bi vî awayî dixebite. Ji ber ku ew van pereyên hesinî û sembolên li ser wan ji nûve dinirxîne û vediguherîne berhemekê, pirr kêfxweş e û vî karî weke efsunekê bi nav dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.