Hişyarbûyina bi kulîlk û nebatên hişkirî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 03:33

Hunermenda Ingilîz, Rebecca Louise Law, bi kulîlk û nebatên ku hişk kirine, înstalasyonên pirr xweşik çêkirine. Wê ev kulîlk û nebatên hişkkirî, di wî mekanî de yê ku ew wan lê nîşanî xelkê dide, baş bi cih kirine û dema xelk bi vî awayî li kulîlk û nebatan dinihêre, hizreke cuda bi xelkê re çêdibe. Ew êdî bi çavekî din li van kulîlk û nebatên hişkkîrî dinihêrin. Yanî ew têkiliyên din bi van kulîlk û nebatên hişkkirin re datînin. Wê nebatên xwe ji esreqa xênî ber bi jêr berdane û di mekanê pêşangehê de atmosfereke balkêş daye avakirin.

Pêşangeha wê ya dawî ya bi navê “Awakening” (Hişyarbûyîn) li Muzeya Hunerî ya Honolulu vebûye. Wê du salonên muzeyê ji bo karên xwe veqetandine û înstalasyonên xwe li wir nîşan dide. Ev yek ji bo serdêran jî cerebeyeke balkêş e û xelk xwe lê digirin. Wê gelek nebatên cuda hişk kirine ji bo pêşangeha xwe. Rebbecca Louise dide zanîn ku wê ev nebatên xwe li Hawaiyê hişk kirine. Ev pêşangeha wê, dê demeke dirêj li muzeyê were dîtin. Her wiha li Îtalyayê jî hin xebatên we yên cuda niha tên nîşandan û ew jî înstalasyon in. Wekî din li Munchen a Elmanyayê jî, li “Muzeya Kunsthalle” înstalasyonên wê dê werin nîşandan.

HONOLULU

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.