- Janne Simmons ku di nav xwezayê de bi fîgûrên jin re dixebite, dixwaze bi hunerê xwe ji xelkê re bibêje, “Em meriv parçeyekî xwezayê ne û xweza jî parçeyekî me ye.” Simmons bi van karên xwe dibêje, heger xweza tine be em jî tine ne!
XASÊ CÛNÊ
Hunermend Jenne Simmons, cilûbergên xwezayî çêdike. Çavkaniya hunerê wê xweza bi xwe ye. Fîgûrên wê yên jin cilûbergên ku ji qesel, çîmen, giya û kulîlkan çêbûne li xwe dikin. A rast ev ne cilûberg in lê bi sêwirandina Simmons weke cilûberg tên xuyanê. Ew van malzemeyan dike kezî û li hev dihûne. Yanî fîgûrên wê bi van keziyan re ku bi çîmen û kulîlkan çêkiriye, dibin yek û wan bi hev ve girê dide. Dema karê wê diqede jî wêneyên fîgûrên xwe digire û ev belgeyên balkêş ên karên wê bi vî awayî derdikevin holê. Ew dixwaze bi hunerê xwe ji xelkê re bibêje, “Em meriv parçeyekî xwezayê ne û xweza jî parçeyekî me ye.” Simmons bi van karên xwe dibêje, heger xweza tine be em jî tine ne!
Hunermenda jêhatî Jeanne Simmons li eyaleta New Hampshire ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hatiye dinê û di nav malbateke mezin de mezin bûye. Sala 1991’ê ji College of Art mezûn dibe. Ew li wir li ser peykersaziyê perwerde bûye. Her wiha di warê resmandinê de jî xurt e. Paşê ji bo lîsansa bilind bar dike, diçe Chicagoyê û li wir li “School of the Art Institue of Chicago” dixwîne. Ji ber jiyana li bajêr jê re zehmet e, ew û bajar li hev nakin. Ji lewma jî wê li cihekî ji bajêr dûr ango di nav xwezayê de ji xwe re cihek dîtiye û li wir bi cih bûye. Paşê hevjînê xwe yê peykersaz Gunter Raimnitz nas dike û tevî wî demekê li wir dimînin. Herî dawî ji wir jî koç dikin û diçin Port Towssendê û li wir dimînin.
‘Grass Cocoon’ wê li hunerê wê vedigerîne
Jeanne Simmons 11 salan di pirtûkxaneyekê de dixebite. Dema di pirtûkxaneyê de dixebite mecbûr dimîne ji hunerê peykersaziyê û resmandinê dûr bikeve. Lê sala 2019’an careke din hestên wê yên huner û afirîneriyê geş dibin û ew êdî xwe li hember van hestan nikare bigire. Ji lewma dev ji karê pirtûkxaneyê berdide û carake din li hunerê xwe vedigere. Nexasim jî hunerê wê yê ku vê dawiyê pê re pirr mijûl e, ango “Grass Cocoon” kiriye ku ew dev jî vî karî berde û hunerê xwe nîşanî xelkê bide. Xebatên Jeanne Simmons heta niha li gelek deveran hatine nîşandan. Her wiha ew niha tevî filmçêkerê bi navê Ward Serrill derbarê xebat û pêvajoya karên xwe de filmekê hazir dike.
Jin û têkiliya xwezayî ya helbestkî
Jeanne Simmons ji bo vî hunerê xwe pêk bîne, bêhtir wexta xwe li xwezayê, li daristan, deşt û qeraxên avê derbas dike. Jixwe, ew dibêje, çavkaniya hunerê wê li xwezayê veşartî ye, ji lewma ew dixwaze têkiliya di navbera mirov û xwezayê de bi awayekî nîşan bide. Li gorî wê, ev têkiliya di navbera mirov û xwezayê de êdî hatiye jibîrkirin. Ew bi hunerê xwe vê îşaret bi têkiliyê dike û dixwaze mirov careke din bîra vê têkiliyê bibin. Ji bo hunerê xwe Simmons dibêje, “Nexasim jin dikarin têkiliya bi xwezayê re bi awayekî helbestkî rave bikin. Modelên ku ji bo karên xwe jî bi kar tînim, jin in, xwezî min karibûya ji bo vî kare xwe, xwe jî weke model nîşan bidaya, lê mixabin ez nikarim.”
Helwêstên ne baş yên insanan
Simmons nihêrîna xwe ya ji bo dinyayê jî wiha tîne ziman, “Tiştên herî zêde li serê difikirim û bi min re fikaran çêdikin ev mijar in; meseleya avûhewayê û helwêsta li hember xwezayê, mafên reşikan û jiyana wan, femînîzm, mafên LGBTQ+, mafên civakên xwecihî, nihêrîna baviksalarî û kapîtalîzm. Ez tim di navbera helwêstên ne baş ên insanan û helwêstên ne baş ên li hemberî dinyayê de têkiliyekê dibînim. Yanî tenê insanên ne baş li hemberî dinyayê ewqasî bi xerabî tevbigerin û ev meseleyên ku em ji wan bi fikar in jî bi helwêstên van kesan rû didin.”
Cihê ku niha Simmons lê dimîne û hunerê xwe dike jî warê civaka “Coast Salish” e. Coast Salish weke civakên xwecihî li peravên behrê dijîn. Ew pirr kêfxweş e ku li wir dimîne û tim rêzê digire li hemberî jiyan û hunerê wan.