
- Festivala Filman a Navneteweyî ya Rojava di 13’ê Mijdarê 2025’an li bajarê Qamişloyê hate destpêkirin. Kesên ji netew, welat, ol û derdorên cuda beşdarî festîvalê bûn. Festîval bû nimûneyeke komkirina civak û neteweyan.
Di vê festîvalê de gelek mêvan, derhêner, çêkerên fîlaman û kesayetên ji derveyî Rojavayê Kurdistan, yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û cîhanê jî hebûn. Yek ji wan jî derhênerê belgefîlman Bernd Schuch ê Elman bû. Bernd Schuch têkildarî hestên xwe, tecrubeyên xwe û derbasbûna xwe ya Rojavayê Kurdistanê axivî.
Derhênerê belgefîlman Bernd Schuch di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser festîvalê û evyek anîn ziman: ‘’Ev cara yekem e ku ez derbasî Rojava dibim, ez li hemberî rêxistibûyîna civaka Rojava û xebat û festîvala ku li vir tê lidarxistin matmayî mame. Ji ber ku festîvaleke bi vî rengî xebatek mezin û berfireh hewce dike. Her bi saya vê festîvalê min pir tiştên nû dîtin. Ji ber ku ez bi xwe jî di nav festîvala fîlmên belgekirî de cih digirim û ji bo amadekariya wê li Hamburgê xebatan bi rê ve dibim û rojane ez li vir tiştên nû dibînim û hîn dibim.’’
‘Fikra her filmekî cûda bû’
Derhêner Bernd Schuch di berdewamîya axaftina xwe de qala fîlmên ku hatin nişandan kir û wiha domand: ‘’Min nêzîkî 7 fîlm temaşe kirin, fikirên wan hemûyan ji hev cûda ne, hinek ji wan bi awayê dosyayên çepemeniyê hatine amadekirin. Lê belê hinek fîlm hene ku pir bala min kişandin. Di warê xweşikbûn û rêzkirina fikrên wan filman de, ku ew jî dike ku meraqa min zêdetir bibe ku ez hîn zêdetir fîlman temaşe bikim û ji wan hînî tiştên nû bibim. Di nava hemû fîlmên ku min temaşe kirin de rêbazên tekoşînê hebûn. Her wiha girêdana di navbera dîroka nêz û dema niha de, rewşên şerî hebûn.’’
Bernd Schuch piştre anî ziman ku bi dikare bi rêya fîlmên bi vî awayî dozên civakî bidin pêş û got: ‘’Bi hêvî me ku di pêşerojê de fîlm jî bibin rêbazek ku civak bi rêya wan pirsgirêkên xwe çareser bike. Lê belê di van demên dawîn de, di hemû fîlman de bi awayekî teqez rengê pevçûnê heye ku ew jî rastîya me ya îro wisa ye. Ji bo vê jî hêvîya min ew e ku ji bo gelê li vê herêmê aşîtî û azadî pêk werin û ev civak ji hemû aliyan ve pêş bikeve.’’ ANF/QAMIŞLO
* * *
34 sal in ji bo çand û folklora Kurdî dixebitin
34 sal bi ser damezrandina Komeleya Çand û Folklora Kurdî derbaz dibin û bi vê armancê liSilêmaniyê merasîmek ya pîrozkirinê hat lidarxistin.
Di çalakiya pîrozkirinê de tekez hate kirin ku divê hewl were dayîn ku folklor, çand, cejn û boneyên resen yên Kurdî werin parastin. Îro li hola Şaxa Silêmaniyê ya Yekîtiya NivîskarênKurd, 34’emîn salvegera damezrandina Komeleya Çand û Folklora Kurdî hate pîrozkirin. Gelek rewşenbîr, nivîskar û welatiyên herêmê beşdarî bîranînê bûn.
Di çalakiyê de, destpêkê Serokê Komeleya Çand û Folklora Kurdî Mihemed Merdan, li ser dîroka derketina peyva folklorê ji aliyê kesên ku girîngî parastina folklora Kurdî axaftinek kir. Di axaftina xwe de, girîngiya folklorê destnîşan kir û got ku folklor nasnameya netewên cudaye û gelê Kurd jî xwedî çandeke pir dewlemende.
Sekreterê Komeleya Çand û Folklora Kurdî Serkewt Elî jî axivî û got; “Komeleya Çandê biberdewamî ji bo vejandin û pîrozkirina cejn û bûyerên çandî yên Kurdî xebitiye. Em di hemûcejnên netewî de, bi taybetî jî di Cejna Newrozê de, van çalakiyan bi keda xwe lidar dixin. Girînge ku em bi berdewamî hewl bidin ku folklor, çand, cejn û bûneyên resen yên Kurdîbiparêzin. Ji ber ku Kurd netenê axa wan, lê cejnên wan jî hatine dagirkirin, qedexekirin û parçekirin. Ji ber vê yekê, Komeleya Çand û Folklora Kurdî ji bo vejandina cejin û pîrozbahiyên Kurdî dixebite. Lewra divê em hemû vê reseniyê biparêzin.”
Çalakî pîrozbahiyê, bi nîşandana kurtefîlmek li ser dîroka çanda Kurdî û pêşkêşkirina muzîk û stranên gelêrî bidawî bû. ROJNEWS/SILÊMANÎ
* * *
‘Dengek ji bo dilê welat’
Berpirsên Rêxistina Waran diyar kirin ku wê meha Kanûnê 1’emîn Festîvala Mûzîkê ya Silêmaniyê ya Navnetewî ji bo Koma Timbilk û Daholê di bin dirûşmeya ‘Dengek ji bo DilêWelat’ were lidarxistin. Biryare festîval du rojan bidome.
Berpirsên Rêxistina Waran têkildarî lidarxistina 1’emîn Festîvala Mûzîkê ya Navnetewî, libajarê Silêmaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Yek ji berpirsên Rêxistina Waran, Helale Şewket têkildarî lidarxistina festîvalê axivî û wihagot; “Di çarçoveya kar, xebat û hewildanên me yên ji bo parastina, çand û hunera resen ya Kurdî ku di nav wan de hunera resen ya Kurdî, Navenda Çandê ya Silêmaniyê dê di 12 û 13’yê Kanûnê de bi beşdarbûna çend komên hunerî yên ji navxweyî û derveyî welatfestîvalek hunerî lidar bixin.”
Organîzer û xwediyê projeya festîvalê Hemewend Lihonî têkildarî mijarê ev tişt got; “Ev festîvala mûzîkê ya navnetewî ji bo Koma Timpilk û Daholê wê bi dirûşmeya ‘Dengek ji boDilê Welat’ bê lidarxistin. Armanca vê festîvalê ji bo zindî hiştin û parastina amûrên mûzîkaresen a Kurdî ku ber bi tunebûnê ve diçine.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, bajarê Silêmaniyê paytexta çand û rewşenbiriyê ya HerêmaKurdistanê. salane çendîn festîval û çalakiyên hunerî tên lidarxistin. ROJNEWS







