Ne muhtacê ti kesî ye 

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 18 Mijdar 2022 - 08:37

Danyar Teha ciwanekî seqet e û rê nedaye ku rewşa wî nehêle ew debara xwe bike. Bi rêya berhemên keda destê xwe, tevlî festîvalan dibe û berhemên xwe difiroşe.

Danyar Teha yê seqet ê 22 salî, ji xelkê Silêmaniyê ye. Bi berhemên xwe yên destan, tev li festîval û boneyên cuda dibe. Bi vê yekê hewl dide ku debara xwe bike. Danyar Teha diyar dike ku welatî bi xweşikî pişta wî digirin û ew hez ji berhemên wî dikin, dixwazin wan bikirin.

Danyar Teha li ser mijarê dibêje: “Ez bi karê dest tev li festîval û boneyan dibim. Berhemên xwe nîşan didim. Heta niha ez tev li gelek festîval û boneyên cuda yên li Silêmaniyê bûme. Ji van jî tev li festîvala li Kargeha Şekir, Parka Azadî, Hewarî Şar, Macid Mol û Family Mol bûme.”

Danyar Teha dibêje, wî 7 salan xwendiye û piştre dest ji xwendinê berdaye û ji bo fêrbûna karê dest, çûye Peymangeha Hana û li wir fêrî çêkirina berheman bûye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.