‘Hay jê hebin hûn pê li ku dikin’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 7 Mijdar 2022 - 03:36

Olafur Eliasson hunermendekî Danîmarkî ye. Wî heta niha gelek wêne, peyker û înstalasyon çêkirine. Lê ew herî zede bi înstalasyonên xwe tê naskirin. Înstalasyona wî ya bi navê “Shadows travelling on the sea of the day” ya li Katarê beriya 10 salan hat çêkirin. Ji bo ew vê înstalasyona xwe li çolê bi cih bike, 4 salan xebitî. Wî ev înstalasyona xwe ji bo ku xelk cihên xwe yên li xwezayê bifikirin, çêkiriye û ev xebata wî ji 20 giloverên ku bi neynik in pêk tê. 

Olafur Eliasson ji bo vê xebata xwe dibêje, “Ji bo meriv ji nû ve bi gerdûnê re senkronîze bibin, ez wan vedixwînim çolê” û wiha didomîne, “di vê serdana xwe de hûn her tiştî dibînin, li çolê çi nebat, heywan û insan hebin hûn wan dibînin. Her wiha hûn gelek serpêhatî û rêûresmên li wir jî dibînin. Wekî din ba, ronahiya rojê û hewa jî hestekê ava dikin bi we re.”

Dema mirov diçin bin van giloverên ku jora wan bi neynikan hatiye çêkirin, tenê xwe nabînin, her wiha xwezayê û çolê jî di neynikê de dibînin. Olafur Eliasson bi vî awayî dibêje hay ji cihê ku hûn pêl dikin, hebin û li ser vê yekê bifikirin.

DOHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.