Xwe bi neynikan heta hetayê nû bikin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 04:58

Hunermendê Spanî ku tenê navê SpY bi kar tîne, ji bo înstalasyona xwe ya dawî çêke, weke çavkanî berê xwe dide sembolîzm û bîrkariya li Misrê. Nexasim jî “Pîramîdên Xîzeyê” tesîr li hunerê wî kirine. Xebata wî ya bi navê “Forever is Now II” jî parçeyekî pêşangeha wî ye . Pêşangeh ji hêla Culturvator/Art D'Égypte tê lidarxistin. 

Xebata SpY ku dişibe dinyayekê û gilover e, ji neynikên krom hatiye çêkirin. Forma xebata wî bingehê xwe li ser geometriya pîramidan ya “pî” datîne. SpY dabû zanîn ku li Misrê geometrî û bîrkarî pirr girîng e. Wî li pîvanên pîramîdan jî baş lêkolaye û encamên ku derxistine holê, berê wî daye xebateke bi vî awayî. 

Bikaranîna neynikan ya ji bo vê xebatê, di heman demê de îşaret bi bawerî û ruhê Misriyan jî dike. Nexasim jî bawerî û rîtûelên wan ên kevnar. SpY ji bo vê yekê dibêje; “Misriyan ji dinyaya wîalî bawer dikir û jiyana li vê dinyayê weke teyisandina dinyaya wîalî didîtin. Ji lewma jî li Misra kevnar, pewyirên neynikan yên efsûnî hebûn. Her wiha neynik vejîn û nûbûna termên kesên mirî jî sembolîze dikir. Armanca peykerê min jî heman tişt e. Kesên werin serdana xebata min û di neynikan de li xwe binihêrin, dê ronahiya rojê di jiyana wan de şewqekê vede û dê xwe nû bikin. Her wiha dê bi serdemên berê re jî têkiliyekê ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.