Hunerê pelên weşiyayî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 01:22

Dema payîz tê pelên bi guliyên daran ve ber bi zerbûnê ve diçin û piştî demekê diweşin. Li kolanan û nexasim jî daristanan dîmenên pirr xweşik derdikevin holê. Ev rewş ji bo hin kesan dîmenekî xweşik, ji bo hin kesan jî kar e û divê ew kolanan û baxçeyên xwe paqij bikin. Lê li Japonyayê mamosteyekî hunerê van pelan ji bo hunerê xwe bi kar tîne û bi pelên weşiyayî dîmenên karakterên xêzefilman çêdike. Tenê ne karakterên xêzefilman, ew her wiha hin berhemên hunerî jî bi pelan çêdike.

Hirotaka Hamasakî, van salên dawiyê, bêhtir jî payîzan nahêle ku kes dest bide pelên daran û ew pelên daran ji bo hunerê xwe nîşan bide, bi kar tîne. Wî bi pelan wêneyê Pikachu, Kirby û Winnie the Pooh û gelek karakterên din çêkirine.

Hirotaka Hamasakî ji bo afirîneriya hunerî ya şagirtên xwe baştir bike dest bi vî karî kiriye. Şagirt jî jê dixwazin ku ew tim karakteran bi pelan çêke. Her wiha karkerên dibistanê jî ji Hamasakî razî ne, ji lewma di heman demê de ew bi vî karê xwe alîkariya wan jî dike û pelên li nav baxçe weşiyane kom dike. Hamasakî, karakterê Hayao Miyazakî yê di filma “Cîranê min Totorro” de ango “Catbus” (ew pisîka ku dişibiya otobozekê) jî bi serketî sêwirandiye.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.