- Şûrên samûrayan ku li Japonyayê ji wan re “katana” tên gotin di heman demê de ruhên samûrayan ango şervanên Japonî jî temsîl dikin. Katana bi qûmeke taybet tên çêkirin û di pêvajoyeke zehmet de dibuhirin. Her wiha ji bo vî karî hostetiyeke çê jî lazim e.
Li Japonyayê gelek form û rêûresmên hunerê hene ku ew êdî li hemû dinyayê jî ten zanîn. Ji Ukiyo-e heta bi orîgamî mirov dikare gelek nimûneyan rêz bike ku ew temsîla van formên hunerî dikin. Yek ji van formên hunerî jî hunera “katana” ye. Şûrên efsanewî yên Japonan ên bi navê “katana” wisa bi rehetî nayên peyda kirin û ji bo vî karî kedeke mezin divê. Her wiha xebateke bi hûrgilî û lêhûrbûneke bi dîqet dixwaze. Ev kar an jî huner ji hest û hizran bêhtir rasterast bi dîqetê re girêdayî ye û ji qûmê tên çêkirin. Yanî malzemeye van “katana”yan ê sereke qûm e. Ev qûm jî qûmeke cuda ye û li her deverî nayê dîtin.
Ev qûma ku katana pê tên çêkirinê li Zelandaya Nû, Endonezya, Emerîka û Japonyayê heye. Ji vê qûmê re “qûma hesin” jî tê gotin. Hosteyên Japon ku katanayan çêdikin bi sedê salan vê “qûma hesin” bikaranîne da ku karibin katanayên xweşik û jidandî çêbikin. Hosteyên katanayan di firênên ku ji wan re “tatara” tê gotin de şûrên xwe çêdikin. Wan van firûnan hem bi komir û hem jî bi qûma hesin tije dikir û bi vî awayî firûn disincirîn. Hosteyên ku bi vî karî re mijûl bûn hewce bû hay ji germahiya firûnê hebûna û germbûna firûnê baş eyar bikirina.
Hostetiyeke dest sivik divê
Hosteyên Japonî ji bo ev qûma ji hesin bihele û ji bo şûrên katana bibe malzemeyekî çê bi roj û saetan dixebitîn. Diviyabû bê navber firûnê bişopînin da ku xeletiyek çênebe û talûkeyek rû nede. Ji ber van hesasiyetan kesên ku bi vî karî re mijûl dibûn ango hosteyên vî karî bi taybetî dihatin hilbijartin. Ji lewma hosteyên bi vî karî re mijûl dibûn hewcebû xwedî sebreke mezin bûna û destê wan sivik bûya da ku karibin katanayên bê qisûr û xweşik çêbikin.
Bi xemên estetîkî tên çêkirin
Edward Hunter di gotara xwe ya ku ji bo Muzeya Metropolîtan a Hunerê re nivîseye gotiye; “Çêkirina şûrekî Japonî -katana- karekî zehmet e û dîqetê dixwaze. Ev huner ango çêkirina van şûran sedê salan bi pêşketina teknîkên nû û xemên estetîkî hatine çêkirin.” Piştî ku karê firûnê yên katanayan diqede ew ji firûnên bi navê “tatara” tên derxistin û hosteyê vî karî ji nûve pola (ev malzeme jî ji bo çêkirina katanayan tê bikaranîn) germ dike û bi rêya çakûçekî, pirr bi dîqet katana dixe şiklekî lihev. Gava hoste bi çakûç li hesin ango pola dixe madeyên zêde yên di hundirê pola û hesin de derdikevin derve û tên avêtin. Bi vî awayî katana halê dawî digirin û pişt re jî ew bi desen û xemlên xweşik tên temamkirin. Ji desen û xemlên katanayan re jî “jihada” tê gotin.
Çêkirina keviya wan zehmet e
Di kar û hunera katanayan de tiştê herî zehmet û girîng çêkirina keviya wan e. Katana bi malzemeyê “yakibatsuchi” tê pêçandin. Ev malzeme jî ji av, kîl û xweliyê pêk tê. Paşê dibin odeyeke germ ku bi komirê tê germkirin û şûrên bi navê katana li vir careke din bi baldarî tên germkirin. Edward Hunter ji bo vî tiştî jî van agahiyan dide; “Her ku germahî zêde dibe krîstalên di nava hesin de jî diguherin. Hoste rengê şûrê ku disincire baş di ber çavan re derbas dike û gava biryar dide germbûna şûr têrê dike yekser şûr dixe nava gola avê û şûrê sincirî bi vî awayî sar dibe.”
Ruhê samûrayan
Gava şûr disincirin malzemeyê pola vediguhere malzemeyê bi navê “ostenît” û bi sarbûnê re jî ev ostenît vediguhere malzemeyê “martensit”ê. Bi vî awayî katana hinek din nermtir dibin û dikarin werin tewandin. Herî dawî jî ev şûr ango katana bi rêya kevirên taybet ku tevî avê tên xebitandin tên cîlakirin û devê wan tên tûj kirin.
Rêbaza çêkirina katanayan bi salan neguheriye û weke xwe maye. Ev şûr weke “ruhên samûrayan” jî tên binavkirin û li Japonyayê qedrê wan pirr tên girtin. Ji lewme ew ji malzemeyekî nerm ango qûmê vediguherin hesin û şûrên tûj ên ku dikarin di derbekê de her tiştî bibirin.
NAVENDA NÛÇEYAN