Koleksiyona Alexandre Jaba hate çap kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Gulan 2026 - 15:30

  • Zanîngeha Mardîn Artukluyê ku li cîhanê yek ji navendên herî girîng ên xebatên akademîk ên li ser ziman û çanda Kurdî ye projeyeke dîrokî temam kir.

Arşîva mezin a Kurdî ya ku sedsala 19an ji aliyê Konsulê Rûsyayê Alexandre Jaba ve hatibû berhevkirin û nêzîkî sed salekê ye li pirtûkxaneyên Rûsyayê bû, wekî berhemeke 15 cîldî ya wekî nusxeyên orîjînal pêşkêşî cîhana Wêjeya Kurdî hat kirin.

Bingeha vê projeyê salên 2009-2010an bi avakirina Enstîtuya Zimanên Zindî û Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya di bin banê zanîngehê de hatine avêtin.

Sala 2013an bi hewlên zêde yên akademîsyenê zanîngeha Artukluyê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, xebatên ji bo anîna Koleksiyona Jaba ya ji pirtûkxaneyên bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê dest pê kir. Ji sala 2019an ve jî bi şopandina hûr a Birêvebirê Enstîtuyê Doç. Dr. Ahmet Kirkan ev pêvajo gihîşt asteke pir girîng.

Ev xebata berhevkirinê ya ku beriya nêzîkî 170 salan ji aliyê Konsulê Rûsyayê Alexandre Jaba û alimê Kurd Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatibû destpêkirin îro bi parzûneke akademîk a modern re ji bo lêkoleran hat vekirin.

Alexandre Jaba û koleksiyona Kurdî

Alexandre Jaba salên 1848 û 1866an li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê balyozê Rûsyayê bûye. Bi rêya alimê navdar ê Kurd Mele Mehmûdê Bazîdî û hinek zanyarên din dest bi xebata komkirina destxetên berhemên klasîk ên Kurdî kiriye û arşîveke dewlemend pêk aniye.

Jaba arşîva xwe biriye Pirtûkxaneya Neteweyî ya Rûsyayê ya li bajarê St.Petersburgê. Arşîva Jaba ji 54 beş û 4017 rûpelan pêk tê.

Di nav de gelek berhemên girîng ên klasîk ên Kurdî yên wekî Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Mewlûda Melayê Batê, helbestên Feqiyê Teyran, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye ya Mele Mehmûdê Bazîdî û destanên Leyla û Mecnûn û Yûsif û Zuleyxayê hene.

Her wiha wergera Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî û ji folklora gelêrî ya Kurdan stran, kilam, lawij û çîrok û destanên cur bi cur hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.