Ji çandekê wêdatir; Govenda Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Gulan 2026 - 19:00

  • Govend ne tenê ji fîgurên rîtmîk pêk tê. Govend, beriya her tiştî diyardeyeke civakî ye û bi kodên çandî û têkoşîna civakê hatîye nexşandin. Ev kodên çandî û têkoşînê, xwe di lîlandin û rengîniya cilûbergên herêmî de jî nîşan dide.

Govend, di çanda gelek gelan de wekî lîstikeke folklorîk cih digire. Govend ji bo Kurdan nîşaneya “hişmendiya hebûnê, têkoşîn û serhildanê” ye. Dema em li şêwaza govendgirtina Kurdan, cihên ku lê govendê digirin, cil û bergên wan ên herêmî û demên govendê dinêrin, em dibînin ku govend xwedî wateyeke ontolojîk, psîkolojîk û kolektîf e. Her xebateke kolektîf a ku tê afirandin, neynika bîra civakî ye.

Dema em li polîtîkayên red, înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên ku di sedsala dawî de bi awayekî dijwar li ser gelê Kurd hatine meşandin dinêrin, em dibînin ku govendê xwe bi awayekî bi hêztir, bi ahengdarî, bi watetir û bi şêwazekî kolektîf derxistiye pêş. Em dikarin bibêjin ku govend, di heman demê de parastina cewherî, yekîtî û têkoşîna gelê Kurd e. Bi taybetî, tiştên ku di sedsala dawî de hatine serê gelê Kurd, berxwedana wê serdemê afirandiye. Vê berxwedanê jî ziman, çand, huner, êş, şahî û lehengiya xwe bi xwe ava kiriye. Ev hest, herî dawî di gotinên stranan de dibin xwedî nasname xwe ji nû ve diafirînin.

Govend ne tenê ji fîgurên rîtmîk pêk tê. Govend, beriya her tiştî diyardeyeke civakî ye û bi kodên çandî û têkoşîna civakê hatîye nexşandin. Ev kodkirina çandî û ya têkoşînê, xwe di lîlandin û di rengîniya cilûbergên herêmî de nîşan dide. Bi tîlîlîyên ku di govendan de tên avêtin, çand û têkoşîn bi awayekî bi heybet tê ziman. Lîlandin, şêwazê qîrîna serpêhatiyên civakê ye. Kurd bi cil û bergên xwe yên herêmî, reng didin govendan. Wateya “şal û şapik” û “xeftan” an jî “kiras û fîstanên” ku li xwe dikin heye.

Bi taybetî li herêma Cizîrê, lixwekirina xiftanên spî ji aliyê jinan ve û nîşaneya aştiyê ku rengê spî ye, di govendê de watedarkirina aştiyê ye. Di govendê de ferdiyetperestî nîn e, ne takekesî ye, berevajî wê kolektîf e. Govenda ku kesek bi tenê digire, xwedî avahiyeke watedar nîn e, heta mirov dikare bibêje ku ne xweşik e jî. Takekes dema tevli govendê dibe, civakî dibe, bi civakê re dibe yek û bi vî rengî bedew dibe. Em dikarin govendê ji vî alî ve bişibînin têkoşînê. Govend bi qasî ku civakî dibe, ewqasî estetîk û xweşik e. Tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê, çanda govendê dewlemendiya xwe li Serhedê bi “cîda û sepkê”, li Botanê bi “Xelef”, li Behdînan bi “Şêxanî”, li Rojhilat bi “Hewreman”, li Başûr bi “Ahengî” û bi govendên wekî van nîşan dide.

Yildirim Aslan ê ku di warê fizîkê û lêkolîneriya govenda Kurdî de xebatê dike axivî û behsa dîrok, mîtolojî û wateya govendê kir.

‘Govend komînalîzm, berxwedan û wêrekî ye’

Yildirim Aslan diyar kir ku govend berî her tiştî hevgirtine, piştevaniye û roleke ku di nav civakê de dilîze heye û ev tişt anî ziman: “Govend eşq û evîn e, rîtûela bawerî û olî ye. Govend di nav xwe de hestê komînalîzm, berxwedan û wêrekiyê dihewîne. Bi ser qehremantiya gel de pênasekirina govendê heye, her wiha em dibêjin govend ne olperestî ye, xwezaperestî ye. Rol û mîsyona jinê di têgeha govendê de yan jî di naveroka govendê de rolek û mîsyoneke taybet dilîze. Em vîna ji ku digirin mesela heta dema neolîtîk e mesela di çanda Til Xelef de pênasekirina jin yan jî honandina jinê û hilberîn û pênasekirina jiyana jin bi rastî di wateya govendê de jî rol û mîsyoneke taybet dilîze. Di destpêka evîndariyê de weke pênasekirina govendê em dikarin bicih bikin, dîsa amadekariya şer dibêjin êrişek ji ku derê kî derê ve bê di amadekariya wê de dîsa rol û mîsyona govendê heye. Dîsa di şîn û seremoniya mirîyan de jî pênasekirina govendê heye. Her wiha di pîrozbahiya serkeftinê de rol û mîsyona govendê dîsa heye. Di destpêka evîn û eşqê de mesela govend tê pênasekirin. Di Kela Dimdimê, efsaneya Derwêşê Evdî û Rustemê Zal de jî amadekariya weke şer tê pênasekirin. Rîtûela serkeftinê ya herî mezin destana Kawayê Hesinkar e. Her wiha di nav xwezayê de wek çîrok an jî rîtûela koçerî koçervaniyê de jî demsalên ku tên guhertin jî di govendê de cihek û mîsyoneke taybet digir e.”

‘Ji reqsekê wêdatir bi mîtolojiyê ve girêdayî ye’

Yildirim Aslan da zanîn ku hevgirtina komînal û piştevaniya komînal di nav govendê de rîtuelek taybet û bi bandore û ev tişt gotin: “Bandora govendê ya li ser gelên Rojhilata Navîn berdewamiya çand û civakê di nav xwe de dihewîne. Di mîtolojiyan de mesela weke sembol û tevgerên govendê sê gavî weke sê gerdûn sê alem tê pênasekirin. Di govendê de çerx dayîn, çerxa rojê an jî çerxa gerdûne, gavên giran mîsyonek taybet dilîze. Dîsa bi mîtolojiyê jî naveroka wî taybetî ser xeta mîtolojiya Rojhilata Navîn an jî ser xeta Zagros û Mezopotamyayê de dans û cûreyên govendê de reqsên modern em bigirin heta reqsên civakî komelî dîsa reqsa ronahiyê ya olî weke semah, baweriyê, di reqsa lîstika gel de mesela dîsa cudahiya govendê em dikarin wisa pênase bikin. Govend ne reqsek e an jî ne weke pêngavek modernîst e ku em lê zêde bikin, govend bi rastî jî kurteya xwe ji mîtolojî ji danûstendina xwe ya jiyanî digire.”

‘Em ji bo çand û folklorê pir qels in’

Yildirim Aslan di dawiyê de hişyariyek dide û dibêje heger em pêşiya çanda popûler negirin dê çanda me ya resen winda bibe û ev tişt parve kirin: “Çanda me ya resen di nav xwe de dewlemendiyek pir taybet dihewîne, yanî wek folklornasên Rusî an jî Almanî gelek xebatên wan yên taybet hene. Li ser erdnîgariya Kurdistanê kesên biyanî û her wiha folklornasên Kurd û Kurdistanî jî xwedî rol û mîsyonekê ne. Lê di dema me ya îroyîn de nêzîkatiya ser çandê û nêzîkatiya folklor û govendê bi rastî pir qels e, yanî bandora çandên popûler û çandên neyênî li ser çanda me ya resen û berhevkariyê heye. Ev tesîreke xerab e. Divê em rol û mîsyoneke cidî tevbigerin û di vî warî de karên xwe bikin. Divê em hay ji çanda popûpler hebin. Em ji gotinên xwe bigrin heta cilûbergan û ji danûstandinên rojane heya kûrahiya dîrokî, divê em çanda xwe ya resen biparêzin da ku winda nebe.” UGUR DÎNLER-AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.