Bi hunerê xemla bajar nû dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Gulan 2026 - 15:00

  • Komeke ciwanan li Girkê Legê ji bo ku dîmena bajêr xweşik bikin, bi awayekî xwebeş li ser dîwaran tabloyên ku çanda kurdî nîşan didin, nîgar dike.

Valentina Mamhad yek ji endamên tîmê ye, got fikra însiyatîfê ji endameke tîmê hatiye û ew bi awayekî hevbeş hatiye pejirandin û bi awayekî xwebexş hatiye destpêkirin. Valentînayê destnîşan kir ku armanca sereke ew e ku kolanên bajêr bixemilînin û çanda kurdî nîşan bidin.

Sozvîn Ehmed jî diyar kir ku armanca vê xebatê ew e xwezaya cihêreng a herêmê jî nîşan bibin. Sozvînê got koma wan ji bo peydakirina alav û pêdiviyên boyaxkirinê zehmetiyên darayî dikişîne ku ev yek ji bo berdewamkirina projeyê dibe sedema astengiyan.

Newroz Osman jî diyar kir ku ev ew li ser dîwaran sembolên ji çanda kurdî, wekî keziyên jinan, xweza û hêmanên din ên mîrateya kurdî nîgar dikin.

Niha, kom dîwarên li deriyên rêyên ku diçin bajêr, wekî rêya ji herêma Aliyan nîgar dike.

Endamên komê ji alî û rêxistinên têkildar ên ku piştgiriyê didin destpêşxeriyên çandî û hunerî daxwaz kir ku piştgiriya wan bikin da ku bikarin pêdivî û alavên xwe peyda bikin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.