Bi konserekê balê birin ser ruhê Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Gulan 2026 - 16:00

  • Festîvala "Ruhê Rûsyayê" ku bi beşdariya neteweyên cuda yên li Rûsyayê pêk tê, di roja sêyemîn de bi konsera ji çand û hunera Kurdî dewam kir.
  • Li Oscarê cih ji hişê çêkirî re nîne!
  • ‘Min tu ji bîr kir lê…’

Festîvala "Ruhê Rûsyayê" li paytexta Rûsya Moskowê di roja sêyemîn de bi çalakiyên çandî bi coş dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de ji bo çanda Kurdî demeke taybet a 2 saetan hate veqetandin ku tê de konserek hate lidarxistin.

Konserê bi sînevîzyoneke li ser cografya Kurdistanê destpê kir û piştre bi govend, stran û nîşandana çand û adetên Kurdistanê dewam kir.

Hevserokê Otonomiya Federal ya Çand û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev di destpêka konserê de axivî û agahî li ser Kurdistanê û gelê Kurd da.

Di bernameyê de her wiha defîleya cilên Kurdî jî hate nîşandan, ku bala beşdaran kişand.

Di dawiyê de hunermend Delîl Lezgiyev, Nûredîn Haciyêv, Leyla Mikoyan, Guhara Hesen, Îbo û Sarê Hacî derketin ser dikê û bi stranên xwe atmosfera festîvalê germ kirin.

Her wiha Koma Barin jî bi govenda xwe beşdar bû û coşek taybet afirand. ANF

* * *

Li Oscarê cih ji hişê çêkirî re nîne!

Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê ya ku xelatên Oscarê dabeş dike, li ser sînordarkirina bikaranîna hişê çêkirî ya di hilberîna fîlman de biryarek da.

Li gorî biryarê, di xelatên taybet ên lîstikvaniyê de tenê "mirovên rastîn" dikarin pêşbaziyê bikin. Heke lîstikvanek bi rêya komputer û hişê çêkirî hatibe çêkirin, ew bi ti awayî xelatê nastîne. Her wiha divê lîstikvanê mirov bi daxwaza xwe rolê bilîze û navê wî di lîsteya fermî ya fîlm de hebe.

Di xelatên taybet ên nivîsîn û senaryoyê de jî şert hat danîn ku divê çîroka fîlm ji aliyê mirov ve hatibe nivîsandin. Senaryoyên ku ji aliyê chatbot û bernameyên hişê çêkirî ve tên nivîsandin, bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Sedema biryarê çi ye?

Ev biryara Akademiyê piştî rûdaneke balkêş hat. Di civîneke taybet a xwediyên sînemayan de, guhertoyeke hişê çêkirî ya lîstikvanê koçkirî Val Kilmer hat nîşandan ku lîstikvanê fîlmê Top Gunê bû. Ev yek salek piştî koça dawî ya wî lîstikvanî pêk hat.

Akademiyê piştî vê bûyerê metirsiyek dît û ev tedbîr standin. NAVENDA NÛÇEYAN

* * *

‘Min tu ji bîr kir lê…’

Li Parka Xwendinê yê bajarê Qamişloyê şahiya îmzekirina dîwana helbestê ya bi navê "Min tu jî bîr kir lê..." ya helbestvana Kurd Feyrûz Reşk, ji hêla Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê û Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ve, hat lidarxistin. Di merasîmê de rewşenbîr, nivîskarî, helbestvan, nûnerên yekitî û desteyên çandê û eleqedarên wêjeyê û hunermend Beha Şêxo amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê Yûsif Kotî bi xêrhatina beşdaran kir.

Di şahiyê de helbest ji aliyê helbestvan Meryem Temir û Feyrûz Reşk ve hatin xwendin. Feyrûz spasiya beşdaran li ser eleqeya wan a bi wêje û helbestê re kir. Şahî bi îmzekirina dîwanê û belavkirina dîwanê li amadebûyan bi dawî bû.

Ev şahî beşek ji çalakiyên çandî ye ku piştgiriya tevgera wêjeyî li herêmê dikin.

ANHA

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.