
- Midûrê Şaxa Şanoyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak diyar kir ku Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi beşdarên xwe peyama xwe da cîhanê û got: “Sernavê ku derket pêş aştî bû. Li cihên ku pevçûn û şer lê hene, aştî bi qasî nan û avê girîng e.”
11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku bi mazuvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi temaya “Ji bo aştîyê diyalog” hat lidarxistin, di 2’yê Gulanê de bi dawî bû. Mihrîcana ku 10 rojan bi gotûbêj, panel, lîstik û çalakiyên kolanan berdewam kir, mazuvaniya mêvanên ji 19 welatên cuda kir.
Midûrê Şaxa Şanoyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak, têkildarî mihrîcanê axivî.
‘Me peyama xwe da cîhanê’
Baykuşak diyar kir ku ji ber temaya mihrîcabê beşdarî zêdetir bû û ev tişt got: “Komên şanoyê yên beşdarî mihrîcanê bûn, hewl dan lîstikên xwe li gorî temayê hilbijêrin û di mihrîcanê de lîstikên li gorî temayê pêşkêş kirin. Ez bawer dikim ku me bi lîstikên wan re peyama ku me xwest bide cîhanê, da. Me bi wan koman re peyama xwe gihand gelek deverên cîhanê. Her çend zimanên me ji hev cuda bin jî, îro gelek kesan li gelek deverên cîhanê bi hunera xwe rê li ber şeran girt.”
‘Texrîbata qeyûm a 10 salan’
Baykuşak destnîşan kir ku wan mazûvaniya mêvanên ji gelek deverên cîhanê kirine û got: “Em neçar man ku lîstikan tenê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê nîşan bidin. Li vir texrîbata qeyyûm a 10 salan heye. Ji ber vê yekê me nekarî hêwanên din ên li bajêr bikar bînin. Heke hêwanên din jî di xizmetê de bûna, me dikaribû bêtir mêvanan bihewînin û dê dema mihrîcanê jî dirêjtir biba. Mihrîcan pir qerebalix bû. Rengên cuda ji gelek welatan ji bo 'Aştî û diyalogê' hatin. Ev rengînî ji bo bajarê me û ji bo dîplomasiya di qada çandê de girîng bû. Di mihrîcana 10 rojan de peyama aştiyê li pêş bû. Armanca me jî ew bû ku em aştiyê derxin pêş. Hem lîstikan û hem jî beşdaran peyama aştiyê anîn ziman. Ji cihên ku şer lê berdewam dike mîna Ermenistan, Filistîn û Ukraynayê mêvan hatin. Li cihên ku pevçûn û şer lê diqewimin, aştî bi qasî nan û avê girîng e. Di vê mihrîcanê de jî peyama aştiyê bû sernavê herî girîng ê ku derket pêş.”
MA/AMED







