Sashiko; qedirzaniya pînekirinê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Adar 2025 - 00:54

  • Teknîka bi navê Sashiko ku tê maneya “derbên kêrên piçûk” rêûresmeke kevn a Japoniyan îşaret dike. Her wiha qedirzaniya cil û bergên kevn û rêzgirtina li hember jiyanê jî rave dike ev rêbaza pînekirinê. Ji pînekirinê wêdatir rewşa civakî û çîna karker jî tîne ziman.

Di vî zemanê nûjen de êdî kes bîra pînekirinê nabe û gava cilên me kevn dibin, qul dibin an jî diçirin em careke din nafikirin ku wan bikarbînin û van cilan davêjin. Lê beriya sed salan ji ber xizanî û tinebûnê, nexasim jî li gundan xelkê cilên xwe yên kevn pîne dikir û emrê van cilan dirêjtir dikir. Lê îro li gundan jî tiştekî bi vî rengî tine ye û êdî kes cilên pînekirî li xwe nake.

Kêla Sashiko rêbazeke dirûtinê ya Japonî ye. Bi vê rêbazê cilên kevn tên pînekirin û demek dirêj tên bikaranîn. Eynî weke teknîka Kintsugî ku ev teknîk jî hewl dide vazo û teyfikên şikestî tamîr bike. Rêbaza Sashiko rêûresmeke kevn a Joponan e. Hin caran ji bilî pînekirinê ji bo xemlandina cilan jî ev teknîk tê bikaranîn. Yanî hêleka wê ya neqşkirinê jî heye. Ev rêbaz ji bo neqşkirina cilan jî tê bikaranîn. Yanî hin caran qisûra cilekî diveşêre ev teknîk lê gelek caran jî ji bo cilekî ku hûn jê hez dikin bêhtir li xwe bikin tê bikaranîn ev teknîka pînekirinê. Yanî di wextê de teknîka Sashiko pirr sûdewar bûye û gelek kesî pêdivî bi vî tiştî dîtiye.

Teknîk ango “Kêla Sashiko” bi sedê salan zindî bûye di çanda Japoniyan de. Hin deman gelekî popûler jî bûye. Ji pînekirin û xelaskirina cilên kevn wêdatir ev teknîk weke rêzgirtina li hember jiyanê jî hatiye dîtin û bi vî awayî xelkê qedrê cilên kevn dizanî. Gava mirov li jiyana îro dihizire û wan rojan tîne bîra xwe mirov hest pê dike ku insanên wî zemanî li hember jiyanê rêzdartir bûn û beriya tiştekî bavêtana difikirîn bê ka wekî din ew karibin çawa bikarbînin. Lê îro ne wisa ye, çi tiştê kevn bû xwe bi carekê li ser poxanê dibîne û berê me her tim li tiştên nû ye. Yanî di îro roj kes qedrê tiştên kevn nizane û dixwaze ji wan xelas bibe. Qedirzaniya berê nemaye!

Dîroka ‘Kêla Sashiko’

Ev teknîka dirûtina cilên kevn di Serdema Edo (1603-1868) de bêhtir hate pêş xistin lê peywira wê ya sereke her eynî ma û neguherî. Armanca vê teknîkê dirêjkirina emrê cil û bergên kevn bû û her wiha ma. Ev teknîk destpêkê ji ber tinebûnê derket holê. Heta destpêka Sedsala 20’an jî Pembû li Japonyayê kêm dihat dîtin. Gava cilek kevn an jî qul dibû ji bilî pînekirinê çareyek din a insanan tine bû. Nexasim jî kesên li gundan diman mecbûr bûn ku cil û bergên xwe yên kevn pîne bikin û dîsa wan li xwe bikin. 

Peyva Sashiko ji lêkera “Sasu” a Japonî peyda dibe. Maneya peyva “Sashiko” ev e; kêrkirin û qulkirin. Her wiha weke “derbên kêrên piçûk” jî tê bi manekirin ev peyv. Li hêla din ji tamîrkirinê re jî “boro” tê gotin û ev peyv jî tê maneya “qetandin”ê. Yanî tiştên qetiyayî îşaret dike. 

Ev teknîk serê ewil ji mecbûrî hatibe peydakirin jî bi demê re guherî û ji bo xemilandina cil û bergan jî hate bikaranîn. Yanî hêl vê teknîkê ya dekoratîf jî derket pêş û ji bo dekorekirina cil û bergan jî hate bikaranîn. Niha jî bêyî ku xelk hay ji dîroka wê hebin û zanibin ev teknîk ji bo çi hatiye bikarnanîn cilên pînekirî li xwe dikin û xwedêgiravî “moda”yê dişopînin!

Rengê qûmaş çîna xelkê diyar dikir

Di serdema Edo de Japonya deriyê xwe ji geşt û ger, bazirganî û fikren biyanî re girtibû. Di vê serdemê de Japonya vegeriya hundirê xwe. Di warê cil û bergan de jî rêgezên hişk hebûn û her kesî nikaribû her tiştî bi rehetî li xwe bike. Ji lewma hin rengê cil û bergan çîna xelkê jî diyar dikir. Çîna serdest dixwest çîna bindest bi rengê xwe diyar bibe. Kesên çîna bindest nikarîbûn rengê ku ji bo serdestan hatiye diyarkirin bikarbînin. Para çîna karker ango bindest qûmaşê bi kenevîr ku bi destan dihat çêkirin ketibû. Ji lewma kesên bindest qûmaşê ku rengê wî nêzî şîn bû bikardianîn. Ev qûmaş jî ji nebatê bi navê “indigo” dihat çêkirin ku xwedî rengekî şîn bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.