‘Ricifîna Ruh’ê Chiharu Shiota

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Sibat 2025 - 00:55

  • Hunermenda Japonî Chiharu Shiota enstalasyonên xwe yên ku bi ta, nexasim jî bi tayên sor hatine çêkirin tê zanîn. Ji bo xebatên xwe dibe; “Ez dibêjim em weke civak hemû bi hevdu ve girêdayî ne û heger ev têkilî tine bin em nikarin bibin parçeyên civakekê.”

Hunermenda Japonî Chiharu Shiota enstalasyonên xwe yên ku bi ta, nexasim jî bi tayên sor hatine çêkirin tê zanîn. Ew bi van tayên sor ango enstalasyonên xwe yên balkêş dixwaze balê bibe ser têkilî û girêdanên insanan. Chiharu Shiota li Berlînê dijî û qederê 20 salane di warê hunerê de dixebite û diafirîne. Wê heya niha li gelek galeriyan pêşangeh vekirine û deng û rengê hunera wê li dinyayê belav bûye. Herî dawî li Grand Palais a li Parîsê pêşangehekê vekiriye ku ev yek ji pêşangehên wê yên herî berfireh û mezin e.

Pêşangeha bi navê “The Soul Trembles” (Ricifîna Ruh) heta 19’ê Adarê li Grand Palais ango Parîsê vekirye ji bo serdêran.

Chiharu Shiota pêşangeha xwe bi hevkariya Muzeya Hunerê ya Morî ya li Tokyoyê vekiriye. Di hundirê pêşangehê de enstalasyon, peyker, fotoğraf, xêz û vîdeoyên performansê hene. Bi van xebatan ji hêlekê ve em xebatên kevn ên Chiharu Shiota dibînin û ji hêlekê ve jî xebatên wê yên nû bi ber çavên bîneran dikevin. Lê ji van xebatan girîngtir tiştek heye ku ew jî bîneran hestiyartir dike. Chiharu Shiota piştî biryar dide pêşangeh veke hîn dibe ku ew penceşêrî bûye. Di vê pêvajoyê de jî ew dev ji hunera xwe bernade û gava kemoterapî dibine jî hin berhemên nû çêdike ango disêwirîne. Îlhama berhemên wê yên dawî tesîra xwe ji penceşêrê digirin û bi hestiyarî hatine hûnandin. Ji xwe wê navê pêşangeha xwe jî piştî hizra penceşêrê diyar kiriye û bi berhemên xwe behsa ruhê xwe yê ricifî dike.

Ji serpêhatiyên xwe sûd werdigirim

Chiharu Shiota ji piçûkatî ve dest bi xêzkirinê kiriye û dide zanîn ku huner di jiyana wê de her tim hebûye. Piştî 5 saliya xwe xêzên xwe nîşanî xelkê dide û li ser hinekan çewt be jî navê xwe dinivîse. Ji lewma beriya ew fêrî xwendin û nivîsandinê bibe di warê xêzan de xwe pêş dixe û di temenekî piçûk de xêzên balkêş çêdike. Gava behsa têkiliya xwe û hunerê dike dibêje; “Gava ez dest bi xebatekê dikim ez ji serpêhatiyên xwe yên şexsî jî sûd werdigirim. Ez nikarim tenê ji tiştên ku dixwînim sûd werbigirim û hunera xwe li ser van tiştên ku dixwînim pêş bixim. Divê ez hest û hîsên xwe bi awayekî gerdûnî jî nîşan bidim. Her wiha dixwazim her kesek têkiliyê bi van tiştên gerdûnî re dayne.”

Behsa hafize û hebûnê dike

Ciharu Shiota her tim hewl daye bibe şêwekareke baş lê her ku li ser tuwalê xêz kiriye wisa hîs kiriye ku tiştên xêz dike yên hin kesên din in û wiha pê de diçe; “Min nikarîbû tiştekî nû biafirînim. Her tişt bi teknîkê ve girêdayî bû û hîs tine bû. Herî dawî min ta dît û bikaranî ji bo hunera xwe. Weke ku min malzemeyên xwe yên eseh dîtibe hîs kir. Bi ta dikarim hestên xwe bînim ziman. Çawa ku li hewa resman çêbikim. Ez van xebatên xwe jî tenê weke enstalasyonekê nabînim. Di heman demê de weke resman jî li wan dinihêrim û dibinim. Xebatên min behsa girêdan û têkiliyan dikin. Ez dibêjim em weke civak hemû bi hevdu ve girêdayî ne û heger ev têkilî tine bin em nikarin bibin parçeyên civakekê. Her wiha behsa hafizeyê jî dikim. Ev tayên ku bikartînim her wiha bibîranînan ve jî girêdayî ne. Wekî din hebûnê jî nîqaş dikim bi van xebatan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.