Nûbiharê dîwaneke nû çap kir; ‘Mizgîna Azadiyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Nîsan 2026 - 15:30

  • Dîwana Mele Îmadeddîn Gurdilî ya bi navê "Mizgîna Azadiyê" ji Weşanên Nûbiharê derket.

Di sala 2012'yan de dîwana Gurdîlî bi navê "Banga Yekîtî bo Azadî" ji Nûbiharê derketibû. Piştî mirina wî bi 5 salan, di dawiya 2025'an de dîwana wî ya diduyan "Mizgîna Azadî" ji Nûbiharê hat çapkirin.

Mela Îmadedîn Gurdilî, di sala 1933'yan de li gundê Elebociyan ê li ser navçeya Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Lê bavê wî ji gundê Kirîva yê Gurdilana Sêrtê hatiye; lewma mexlesa wî ya helbestî “Gurdilî” ye. Wî li medreseyên Kurdistanê ji gelek seydayan ders wergirtiye. Di sala 1960'î de ji Seydayê Mele Ebdulayê Sergewra îcaze girtiye. Nêzîkî 20 salan (1959-1978) li gundê Aqûba yê Bismilê (ku niha li ser Batmanê ye) meletî kiriye. Paşê çûye Amedê û êdî li wir di wezareta avadanîyê de xebitiye. Mele Gurdilî di sala 2020'an de wefat kiriye.

Gurdîlî dîwana xwe ya pêşî "Eşqa welat" di dema feqîtiya xwe de di bin tesîra helbestên Cîgerxwîn de nivîsandiye. Lê wî bi taybetî li ser têkoşîna Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, fikr û hestên wî yên neteweyî nivîsiye. Di sala 1958'an de dest bi nivisîna helbestan kiriye. Ji bil xebatên hunerî û ilmî, xebatên siyasî jî kirine; di sala 1965'an de gava ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Tirkiyê ava bûye, ew bûye endam û digel çar havalên xwe şaxa Partiyê ya Batmanê vekiriye.

Gurdilî, helbestên xwe bi wezin honandine. Di helbestê de wî xwe wekî şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj dida nasîn. Wî li ser babetên cur bi cur helbest nivîsandine; li ser têkoşîn û doza neteweyî, li ser evînê, li ser şînê, li ser roj û bûyerên girîng ên civakî, li ser karesatên bi ser miletê kurd ve hatine, li ser navdar û şehîdên Kurdistanê û hwd…

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.