‘Ji cudakariyê gazinan neke!’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 18:30

  • Wênegirê reşik Gordon Parks digot, “Diya min nedihişt ku ez ji cudakariyê gilîyan bikim û ji gazinan hez nedikir.” Ji lewma wî li hember pêkûtiyên nijadperestan kameraya xwe weke çekê bikaranî.

Gordon Parks yek ji wan wênegirê reşik e ku bi wêneyên xwe bûye dengê neheqî û cudakarîyê. Her wiha ew yek ji wan hunermendê herî bi bandor ê sedsala 20’an jî tê hesibandin. Parks, weke wênegir, filmçêker û nivîskar ew xet û sînorên ji bo reşikan hatibûn xêzkirin rakir û bi berhemên xwe yên bi bandor zextên li ser reşikan nîşanî hemû dinyayê da. Li pey hemû wêneyên wî mirov dikare serhatiyeke dijwar ya neheqîya li reşikan bûye bibîne. Bêrûmetiyên li hember reşikan pêk hatine di wêneyên xwe yên bi hêz û helbestî de baş şîrove dike. Wî berê kadraja xwe tenê neda ser mirovên rojane, wî wêneyên kesayetên navdar yên bi bandor ên weke Mihemed Elî û Malcom X jî girtin.

‘Diya min ji gazinan hez nedikir’

Gordon Parks di sala 1912’an de li Kansasê tê dinyayê. Di nav 15 zarokên dê û bavê xwe de yê herî piçûk bû. Gava hîn zarok e bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne û nijadperestiya li Emerîkayê ya li ser reşikên Efrîkî ji nêz ve hîs dike. Ew bi xwe jî rastî nijadperestiyê tê û ev serpêhatiyên xwe jibîrnake û ew dîmen ji ber çavên wî qet naçin. Ew diçe wan dibistanên ku tenê ji bo reşikan hatine veqetandin. Her wiha zarokên çermspî gelek caran henekên xwe pê dikin û ew piçûk dixînin. Parks di hevpeyvîneke xwe ya sala 1997’an de ya New York Times’ê de dibêje, “Diya min nedihişt ku ez ji cudakariyê gilîyan bikim û ji gazinan hez nedikir.” Wî ji diya xwe hêz girt û armancekê da pêşiya xwe û herî dawî tiştê xwest û hêvî kir bi dest jî xist.

‘Ruhê min ji nijadperestiyê diçû’

Di sala 1937’an de gava 25 salî ye, bi aweyekî kamerayeke kevn bi dest dixe û dest bi wêngirtinê dike. Destpêkê stûdyoyeke wî tine ye û ew li metbaxa malê ji tencere û qutiyan ji xwe re ronahiyê çê dike û bi vî awayî ekîpmanên xwe çêdike. Dixwaze li Emerîkayê xizanî, nijadperestî û neqeqiyê bi wêneyan nîşan bide û bike belge. Di navbera salên 1940 û 1970’ê de gelek wêneyên reşikên li Emerîka dijîn digire û jiyana wan kesan dike belge. Parks, di heman demê de mafê kesên sivîl jî diparast û pêşengiya vê yekê jî dikir. Parks digot, “Min xwest berê kemaraya xwe bidim her tiştê ku ez li Emerîka jê hez nakim, ruhê min ji xizanî, nijadperestî û cudakariyê diçû! Ji lewre li hember van pêkûtiyan min xwest kemaraya xwe weke çekê bikarbînim.” Wêneyên wî îro jî di derbarê dîroka nijadperest ya Emerîkayê de weke belgeyên herî baş tên dîtin.

Yekem reşikê li kovara ‘Life’ ê

Parks destpêkê li ji bo kovarên “Ebony” û “Vogue” dixebite û wêneyên wî li wir çap dibin. Lê piştî demekê piştî ku tê naskirin û bi şûnde kovara navdar ya “Life”ê dixwaze ew bi wan re bixebite û Parks li kovara “Life” dest bi kar dike. Ew karkerê yekem yê reşik e ku li kovarê kar dibîne û dixebite. Beriya wî kesekî reşik li kovarê nexebitiye. Lê Parks bi afirînerî û wêneyên xwe yên bi bandor vê nêzîkatiya wan dişikîne. Derbarê vê yekê de jî Parks wiha dibêje, “Belê, ez yekem kesê reşik bûm ku di kovarê de dixebitîm lê ev ji bo min ne rûmet bû. Diviyabû beriya niha jî reşik karibûna bixebitin li vir. Ez kesekî bi biryar bûm û min nehişt ku bi nijadperestî û cudakariyê li ser min bandora xwe çêbikin.”

Pêşengê filmên ‘blaxploitation’

Parks li Emerîkayê pêşengiya cureya filmên “blaxploitation” (filmên ku mijara wan dagirkirina reşikan e) jî kir û filman jî çêkir. Yekem derhênerêr reşik bû ku xwe bi Hollywoodê da qebûl kirin. Wî di sala 1969’an de filmê bi navê “The Learning Tree” (Dara fêrbûnê), di sala 1971’an de filmê bi navê “Shaft” û di sala 1972’an de jî filmê xwe yê bi navê “Shaft’s Big Score” çêkir û bi van filman li gelek festîvalan xelat girt. Filmên ku çêkir jî bêhtir ji ber jiyana xwe girtibû û senaryoyên wî dîsa rewşa reşikan rave dikir û mijar reşik bûn.

Parks di warê dîtbariyê de şareza bû. Dîmen û wêneyên wî nexasim rewşa reşikan ya li dinyayê û neheqiyên ku ew bi wan re rû bi rû man baş raxist ber çavan. Wî serhatiya wan kesan bi kadrajeke ku kes nedixwest bibîne nîşan da. Esaleta wêneyên wî ji gelek kesan re dilsoz dihatin. Ji lew re wêne û filmên wî hîna jî bandora xwe winda nekirine û tên hezkirin.

Gordon Parks, wênegirê bi wêneyên xwe yê reş û spî tê bibîranîn di sala 2006’an de xatirê xwe ji vê dinyaya gewrik xwest û ji nav me bar kir. NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.