Dinyaya pelqikan û heta hetayê ronahî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:22

TeamLab kolektîfeke hunerî ya navneteweyî ye. Pêşangehên ku lidar dixe mirovan ber bi alemeke din ve dibin û insan pirr di bin tesîra kar û xabatên kolektîfê de dimînin. Sê estalasyonên ku vê dawiyê çêkirine jî bi reng û ronahiyê dadikevin. Peliqikên gilover (ji cam hatine çêkirin) û zelal ên ji hezarekî zêdetir dinyayeke din bi xelkê dide naskirin û têkiliya di navbera insan û ronahiyê de îşaret dike.

TeamLab di bin banê “Bubble Universe” (Dinyaya Pelqikan) de ew ê sê enstalasyonên bi van navan nîşan bide; Ronahiyên Fizîkî, Pelqikên Ronahiyan û Ronahiyên dihejin û yên hawirdorê. Pêşangeh ew ê di 24’ê meha Sibatê ya 2024’an de, li bajarê Tokyoyê li Muzeya Borderless were vekirin.

Pelqikên gilover û zelal bi awayekî dînamîk bi serdêrên pêşangehê re têkiliyan çêdikin û kesên diçin serdana van pelqikan dê bibin xwedî serpêhatiyeke balkêş. TeamLab ji bo pêşangeha xwe got; “Gava kesek li rex pelqikekê disekîne ew pelqik dibiriqe û dengekî derdixe. Ev dengê derdikeve olan dide û bi vî awayî pelqikên din jî dibiriqin. Ronahî û biriqîna ku bi saya kesekî derdikeve holê digihîje kesên din jî û li hemû meydana pêşangehê têkiliyek ava dibe.”

Ev pelqikên ku dibiriqin heta hetayê diçin, yanî bêdawî ne. Her çend dema mirov li van pelqikan binihêre û tiştekî nebîne jî, TeamLab dide zanîn ku ew li gor matematîkekê li meydanê hatine danîn û bi vî awayî dixwazin bala xelkê bibin ser têkiliya di navbera ronahî û insanan de. Ew têkiliya daîmî ku heta hetayê dê bidome.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.