‘Dilê min dixelînin!’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 00:41

  • Piştî trenda nû ku li hemû dinyayê bi carekê belav bû gotinên Hayao Miyazakî hatin bîra min. Wî di sala 2016’an de nihêrînên xwe yên li ser berhemên aqilê çêkirî anîbû ziman û gotibû; “Dilê min dixelînin!”

ARDÎN DÎREN

Ev serê hefteyekê ye li hemû dinyayê xelk bi rêya aqilê çêkirî wêneyên ku dişibin anîmasyonên Studio Ghibli çêdikin. Studio Ghibli yek ji stûdyoyên navdar a cîhanê ye ku berhemên anîmasyonî hildiberîne. Avakarê vê stûdyoyê jî derhenerê Japonî Hayao Miyazakî û Isao Takhata ne. Studio Ghibli k udi sala 1985’an de hate avakirin herî zêde bi filmên xwe yên weke “My Neighbor Tototro”, “Spirited Away” û “Howl's Moving Castle” tê naskirin.

Filmên wan ê dawî “The Boy And The Heron” di sala 2023’an de di warê anîmasyonê de xelata “Filmê Herî Serketî” wergirtibû.

Ev trenda nû li hemû quncikên dinyayê bi carekê belav bû û xelk van wêneyan li ser hesaben xwe yên medyaya civakî parve dike. Bi carekê hemû hesab bi wêneyên anîmasyonî hatin dagirkirin. Ev trenda nû bi rêya ChatGPT û OpenAl’ê derket pêş ku her du jî berhemên aqilê çêkirî ne. Ev sêwirandinên ku dişibin berhemên Studio Ghibli kopyayên balkêş in. Hema bejê weke yên resen in. 

Çend pirs û ‘heqê telîfê’

Ji ber vê yekê bivênevê pirsên bi vî rengî derdikevin holê; “Gelo ev aqilê çêkirî keda hunermend a afirîner pûç dike?”, “Çêkirina berhemên bi vî rengî tiştekî exlaqî ye an na?” Her wiha nîqaşa “heqê telîfê” derdikeve holê ku îşaret bi keda afirîneriya hunermend dike. Lê wisa diyare ku ev mijar an jî pirs zêde ne xema ChatGPT û OpenAl’ê ne! Her roj hinekî din xelkê bêhtir teşwîqî çêkirina van wêneyan dikin. Heta CEO Sam Altman li ser hesabê xwe yê X’ê bi portreyekî ku dişibe anîmasyonên Studio Ghibli parve kir. Bi vî awayî trenda ku jê re “Ghiblification” tê gotin belavtir bû. Piştî demekê hin hesaben fermî yên dewletan jî tevlî vê trendê bûn wêneyên ku bi aqilê çêkirî hatine hilberandin li ser hesaben xwe parve kirin.

‘Nizanin êş çiye’

Li hember aqilê çêkirî û trendên bi vî rengî fikrên Hayao miyazakî çi bûn? Miyazakî ku hîna jî li jiyanê ye û 84 salî ye, di sala 2016’an de nihêrînên xwe yên li ser pêşketina teknolojiyê û aqilê çêkirî anîbû ziman. Miyazakî piştî li anîmasyoneke ku bi rêya aqilê çêkirî hatibû çêkirin temaşe kir şûnde, got; “Dilê min xeland!” û li ser vê yekê behsa serpêhatiyeke xwe kir; “Ez hin rojan diçim hevalekî xwe yê astengdar dibînim. Nikare destê xwe bilind bike, hemû bedena wî weke kevir hişk bûye û nikare xwe tev bide. Gava ew tê bîra min ez nikarim van behemên bi aqilê çêkirî hatine hilberandin balkêş bibînim û ji wan hez bikim. Ev kesên ku van berheman diafirînin qet haya wan ji êşkişandinê nîne û nizanin êş çiye!”

Heqaret e li jiyanê!

Hayao Miyazakî li hember teknolojiya ku keda hunermend pûç dike helwesta xwe wiha diyar dike; “Ez ê vê teknolojiyê bi ti awayî tevlî karên xwe nekim. Ev yek li hember jiyanê heqareteke mezin e. Wisa hîs dikim ku em hatina dawiya zeman. Em însan êdî bawerî bi xwe naînin!”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.