‘Azadî ji xeyalan dest pê dike’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Tebax 2025 - 00:13

Partiya Nûjen a Demokratîk li navenda xwe ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo pêşangehek hunera zarokan bi diruşmeya “azadî ji xeyalan destpê dike” vekir. Bi dehan zarok û malbatên wan beşdarî pêşangehê bûn. 

Di pêşangehê de tabloyên 27 zarokên di navbera 7-12 salî de hatin pêşandan. Di heman demê de tabloyên zaroka 12 salî ya ji parêzgeha Laziqiyê Yara Ebas hate pêşandan. Yara Ebas, bêyî bi xwe amade bibe, berhemên xwe şandin pêşangehê. 

Bi giştî di pêşangehê de 60 tabloyên bi destên zarokan hatine xêzkirin û zîrekî û behremendiya wan nîşan dide hatin pêşandan. Di tablyonan de êşa gelê Sûriyeyê û hevgirtina civakî hate nîşandan. Di hin tabloyan de jî rola jinan a nava civakê, beşekî wan xweşikbûa xwezayê nîşan dida.

Pêşangeha behsa mijarê di çarçoveya dewreya perwedeyê de pêk hat ku 12’ê Hezîranê dest pê kir û heta dawiya Tîrmehê bi rê ve çû. Hunermend Roder Îbrehîm ê li ser vê xebatê rawestiyaye, da zanîn armanca wan pêşxistina hêza zarokan û mezinkirina behremendiya wan e.

Di dawiya pêşangehê de komîteya amadekar a pêşangehê, Yara Ebas a ji Laziqiyê jî di nav de 10 zarok xelat kirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.