Êşa xelkê Siwêdayê nîşan didin

Sêşem 9 Îlon 2025 - 16:45

  • Hunermendên şêwekar ên ji Siwêdayê duh bi sernavê "Siwêdaya birîndar di bin ambargo û agir de ye" bi beşdariya şêwekar û nûnerên civaka sivîl û kesên eleqeyê didin çandê, pêşangehek hunerî vekir.

Li gorî organîzetoran, armanc ji pêşangehê ew e ku êşên xelkê bajêr ên ji ber êrişa nîvê Tîrmehê çêbûne û zehmetiyên wan ên ji ber ambargoya berdewam ve belge bikin. Armancek din jî ew e ku van êşan veguherînin "Bîranîna dîtbarî" ku bi zimanekî hunerî were pêşandan.

Di pêşangehê de tabloyên 42 hunermendan heye ku rastiyên hatine jiyîn nîşan didin. Li kêlek wê ev tablo xebat û pemayên êşê û berxwedanê derdibirînin.

Pêşangeh heta çend rojan, ku nehat zelalkirin kengî bi dawî bibe, didome. Şêwekar bi vê yekî dixwazin deriyê pêşangehê li pêş pêşwazîkirina hejmareke mezin a serdanan vekirî bimîne.

Şêwekar Mecid Mekarim xwest bi awayekî cuda balê bikişîne ser ambargoyê û di tabloyên xwe de balê dikişîne ser têkoşîna mirovan li hember qeyd, êş û hwd. Lê di hundirê tabloyan de peyamên xweşbînî yên guhertinê, ruxmî êşê, hene. Şêwekar Fadî Murşid jî di tabloyên xwe de balê dikişîne ser şer û azadiyê.

Xwendekara hunera şêwekariyê û yek ji kesên amade Lubane Hemdon ev tecrûbe bi sekna yekser li hember şerê qirkirinê û qetilkirina li ser nasnameyê wesfi kir û diyar kir ku pêşangehê bûyerên li Siwêdayê qewimîne bi zimanekî hunerî dûrî lansên ragihandinê veguhastin.

Ziyaretvanên pêşangehê destnîşan kir ku ew ji bûyerekî hunerî wêdetir e, ew paltformeke belgekirina trajediya komî bi çavên takakesî ye. Di tabloyan de, tevî ambargoyê, çîroka bajarekî nehat şikandin tê vegotin. ANHA/SIWÊDA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.