Di bin ambargo û dirpêçê de komeke zarokên Mexmûrê ku di bin sêwaneke xweser de piştî keda bi mehan ya fêrbûna wênesaziyê di roja 1’ê Îlonê ya Aştiyê ya Cîhanê de pêşangeheke ya xêzkirinên azad vekirin.
Zarokên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) di bin her şert û mercan de dikarin azad bijîn û azad bifikirin. Komeke zarokên Mexmûrê temenê wan ji 7 salî heta 20 salî piştî ked û westaneke zêde ya dewreyeke wêne xêzkirinê, pêşangeheke ya ji raman û fikrê azad, ne ambargo û ne jî dorpêç bikare pêşiya wan bigire vekirin.
Bi tevlîbûna 65 xwedevanî piştî perwerdeya 3 meh û nîv şûn ve keda xwe pêşkêş kirin. Pêşganeh bi dirûşma ‘Hûner Ruhê Herî Girîng yê Xwe Îfadekirinê ye’ li Parka 4’ê Nîsanê ya Rêber Apo hate vekirin. Di pêşangehê de wêne, tablo û berhemên xwendekaran yên ji herî cih girtibûn.
Beşeke mezin ya pêşangehê ji ramanên azad ên zarokan re hatibû veqetandin. Li ser her kexezek spî, ramanek û fikreke azad hebû. Her wiha beşeke din jî ji berhemên dest yên bi heriyê hatibû çêkirin, hatibû veqetandin. Dîsa li pêşangehê xwedekaran bi zindî li ber çavê mêhvanan tabloyên nû çêkirin. Li ser van tabloyan her yek nexşek û fîgûrek hebû.
Her wiha li gel kelecana zarokan malbatên wan jî cih li gel zarokan girtibû.
Pêşangeh di saetên şevê de bi şahî û stranan dawî bû.
ROJNEWS/MEXMÛR