Baxçeyê Emîneyê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 15 Tîrmeh 2023 - 05:24

  • Dagirtina bi berhemên fereh a mekanî, li gorî Melîkeyê xwedî maneyek siyasî ye: Civaka Kurd a li ber qirkirinê ye, tenê dikare bi rêyên ne fermî, bi devkîbûnê xwe li ser piyan bigire û bike ku çand û dîroka wê xuya bike. 

REWŞAN DENIZ

 

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, pêşangeheke balkêş heye. Navê wî "Emine`s garden" (Baxçeyê Emîneyê) ye. Ev pêşangeh ji berhemên Melîke Kara ye. Ew Kurdeke ji Bakurê Kurdistanê ye û cihê motîfên merş û berrên Kurdî di nava hunerê wê de gelekî mezin e. Di pêşangeha li St. Gallenê jî ev berhem li pêş in. Jixwe Emîne jî navê pîrka (dapîra) Melîkeyê ye. Bi rengekî ji rengan Melîke dapîra xwe Emîne bi bîr tîne. Pêşangeh wê li Kunst Halle ya li St. Gallenê heta 24´ê Îlonê mêvanan bihewîne.

Melike Kara vî karê xwe yê wênesaziyê di ber karên xwe yên hunerî yên din re dike: nivîsandina helbestan, çêkirina peyker, vîdeo û berhemên din ên medyayî. Di wênesaziya wê de tebeqeyên stûr ên rengan û bikaranîna materyalên ne boyax ên weke caw û qumaşan, xisleta berhemên wê diyar dike. 

 

Baxçeyê dapîra Melîkeyê ye

Ev pêşangeha wê ya sazûmanî a yekem e û ew di vê pêşangehê de bi lêkolîna motîfên Kurdî daketiye. Ew dide dûv bersiva pirsên “dîrokîkirin, rêûresm û civak” di van motîfan de çawa dibe. Bi înstalasyona xwe ya berfereh, ew mekanên Kunst Halle ya Sankt Gallenê vediguherîne arşîveke vîzuel. 

Navê Baxçeyê Emîne, yekser îşaret bi baxçeyê dapîra wê dike. Pêşangeh ji ber wê yekê hem tevlîhev e û hem jî yekser e; Çapên fotografîk, tuwal û destwerdanên bi cilsê pêşangehê vediguherînin înstalasyonake ku mekanî zemt dike. Herçî wêne ne yên endamên malbatê û kesên li hawîrdora Melîkeyê ne. Çapên ji ber van fotografan weke merşekê li erda Kunst Halle raxistî ne.

Esas bi van û her wiha bi kombînasyona kompozîsyonên mucered, nihêrîna Melîkeyê vediguhere vegotine jidil û navmalê ya dîroka malbata wê bi xwe û ya çanda vîzuel a Kurdên li Ewrûpayê. 

Dagirtina bi berhemên fereh a mekanî, li gorî Melîkeyê xwedî maneyek siyasî ye: Civaka Kurd a li ber qirkirinê ye, tenê dikare bi rêyên ne fermî, bi devkîbûnê xwe li ser piyan bigire û bike ku çand û dîroka wê xuya bike. 

Melîke Kara motîfên xwe ji deverek yan jî herêmeke tenê nagire. Ew motîfên merş û berrên ji seranserê herêm û eşîrên Kurdistanê, dîroka malbata xwe giştîtir dike. Pirrmanedariya mucered û darîçav, ferd û kolektîfê xwe di motîfên merş û berran de eşkere dide der. Nexasim di berhemên wê yên wênesaziyê de ev motîf vediguherin tuwaleke şahidiya kolektîf a zimanê nîşanan; gava ev diqewime jî şahidî ewqasî jî ferdî ne ji bo hunermendê bixwe. 

Yanî Melîke Kara ya ku sala 1985´an li Bensberg a Elmanyayê hatiye dinê, bi rêya van motîfan û tesîra wan bi hunerê xwe hîna bi meseleyên nasnameya Kurdî dadikeve.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.