Tiving di dolabê de ma

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Tîrmeh 2023 - 05:19

LUQMAN GULDIVÊ/WIESBADEN

 

Ji bo mirov xwe bigihîne avahiya Nassauischer Kunstverein Wiesbadenê, mirov ji gara navendî ya Wiesbadenê, qederê 10 deqîqeyekî ber bi nava bajêr ve dimeşe. Min dixwest beriya ku pêşangeha hunermend Cemîle Şahîn a bi navê Gewehr im Schrank (Tivinga di dolabê de) bi dawî bibe, bibînim. Li avahiyê ji bilî pêşangeha wê, du pêşangehê din jî hebûn. Lê axir ez ji bo pêşangeha wê li wir bûm.

Pêşangehê wê înstalasyonek bû ku bi kulîsên deng, dîmen, nivîs, bikaranîna mekan, resmên li ser dîwaran û peyaman hatibû çêkirin û li nava sê odeyan hatibû bicihkirin.

Di odeya destpêkê de li hember mirov, li jor ekranek daîmen filmekî nîşan dide. Dengekî ecêb monoton ku bi dîmenên ecêb ên weke ji dronan hatibin girtin nîşan dide. Carinan jî em dibînin ku dîmen ji lîstikên şer jî hatine girtin. Metn bi ecêban di navbera rojanebûna adetî û peyvên jê der diçe û tê. Havîna çiyayan, berf, zivistan, bihar û wekî din. Li her du aliyên çep û rastê yê ekranê li ser dîwaran em nexşeyên bajaran dibînin weke ku ji droneyekê xuya bikin lê hatibin dîjîtalkirin. Cihê ku nîşan jê hatiye girtin jî xuya ye.

 

Aqlê çêkirî bi kar aniye

Dengê ku tevî dîmen tê bihîstin bi Aqlê Çêkirî hatiye amadekirin. Yanî ew monotonbûna deng a ku li ecêba dîmenan tê, ji ber “xwedayê” wî bûye: Aqlê çêkirî ew deng çêkiriye. 

Li erdê peyama ku wê me li ser odeyan bigerîne dest pê dike: “Em dixwazin baweriyê bînin bi xwedayê teala…” Lê ev zemîn bi wan xetên şîn ên bi rengê nivîsa li erdê ku bi dîwaran ve jî hildikişe, balê dibe ser nexşeyên leşkerî yan jî nexşeyên parvekirina welatan.

Li odeya duyem, esas odeya ku mirov dikeve hundir, ew nivîs dewam dike: “û em netirsin…” Lê êdî ew xetên li ser zemînê nînin. Li hemberî me li ser zemînekî neynikî xêzên leşkeran hene. Li ser rengekî di navbera sora xwînê, xakî û porteqalî de diçe û tê em leşkeran dibînin. 

 

Em netirsin ji hêza insanan

Di odeya dawî de em nivîsa me dewam dike: “ji hêza insanan.” Li odeyê wêne daliqandî ne. Ev wêne esas hemû hatine duparçekirin. Li aliyekî gewdeyê leşker li aliyê din dest û serê tivinga wî. Li pişta van resman hatiye nivîsîn “Guleyan li her astengiyê bireşîne”.  Herçî dîwar in, li aliyekî “Azadî” û li aliyê din “Welat” hatiye nivîsîn li ser wêneyên şerên sedsalên bihurî.

Bi giştî înstalasyon, bêyî ku mirov bi peywenda pêşangehê zanibe, mirovan li valahiyekê datîne. Haya mirov ji sîleh, peywendên artêş, welat û azadiyê çêdibe, lê çima tivinga di dolabê de? Çima di dîmen de em çiyayên Alpan ên li Swîsreyê dibînin û ew dengê ecêb monoton çima behsa demsalên wê jî dike?

Yê zane zane lê yê nizane?

Ji bo vê divê mirov zanibe ku li Swîsreyê her mêr divê eskeriyê bike û gava eskeriya xwe xilas dike, dikare sîleha xwe bi xwe re bibe malê. Ji ber wê, li malan bi qasî ku li ti devera din a dinyayê nîne, sîleh hene li Swîsreyê.

Ez ê gavekê wêdetir biavêjim di şirovekirina xwe ya înstalasyonê de ku esas heger mirov ne kurdeke/î hay ji meseleyan hebe, dîsa wê bi hêsanî bi ser ve nebe. Swîsre ji bo Kurdan serê pêşî Lozanê esas Peymana Lozanê tîne bîra mirovan. Cemîle Şahîn jî muhtemelen ji ber Kurdbûna xwe di vê peywendê de Swîsre neqandiye.

Yanî muhtemel e ku wê serê pêşî xwestibe li ser Lozanê tiştekî çêke û paşê dîtibe çawa Swîsreyê miletekî çekdar in ji ber sîstema xwe ya eskeriyê. Di encamê de bal biribe ser wê meseleyê, lê meseleya din jî ji bîr nekiribe: Xetên li erdê yên nexşeyên leşkerî, dibe ku balê bibe ser Peymana Lozanê ya ku pê “Rojhilata Navîn” a em pê dizanin hat çêkirin û Kurdistan jî hat parçekirin. 

Lê weke min gotî, bê agahiyên paşxaneyê, bi ya min ev înstalasyon mirovê vediguherîne mirîşkeke gêj û li holê dihêle. Ew nivîsa hev temam dike û bi giştî dibe “Em dixwazin bi xwedayê teala baweriyê bînin û netirsin ji hêza insanan” jî êdî ji kitêbeke pîroz jî hatibe girtin, bi hewara me ve nayê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.