- Helbestvan Sebrî Vûral bi pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Sola Qetiyayî”, careke din dilê xwendevanan bi helbestên xwe yên kûr û hestiyar şa dike. Pirtûka ji 96 rûpelan pêk hatî ji aliyê Weşanên Belkî ve hate çapkirin.
“Sola Qetiyayî” pirtûka sisêyan a helbestan Sebrî Vûral e. Helbestvan, dema behsa jiyan û helbestvaniya xwe dike, wiha dibêje: “Ez di sala 1968’an de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûm. Bi gotinên efsûnî yên helbestan, min dest bi rêwîtiyeke kûr a hest û ramanan kir. Bi taybetî, di sala 1990’î de, du rêzikên helbestên Melayê Cizîrî min hejand û bûn sedema nasîna min bi helbesta kurdî re. Paşê, bi xebatên Feqiyê Teyran, Baba Tahirê Hemedanî, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn, hezkirina min a ji helbestê kûrtir bû. Wekî rêwîyekî di deryaya helbestê de, min bi keştiyeke çongfisyayî hestên birîndar û qêrînên axa welatê xwe vegot. Helbestên min di kovarên wekî Çirûsk, Heftreng, Dilop, Kund û Nûbiharê de cih girtine.”Di helbestên xwe de, Vûral ne tenê eşq û evînê, lê her wiha xizanî, têkoşîn, bêwelatî, şer, civak, lehengî, xweza, hebûn û nebûn, derûnî û pîvanên kesayetiyê jî bi kûrahî vedikole. Bi zimanekî zelal û gotinên bi hêz, ew hestên xwe bi awayekî wisa dirêsîne ku dilê xwendevanan dihejîne.
Pirtûkên Sebrî Vûral ên hatine çapkirin:
- Bilûra Kerr (Helbest, Weşanên Belkî, 2015)
- Wesyetên Qefilî (Helbest, Weşanên Lîs, 2019)
- Sola Qetiyayî (Helbest, Weşanên Belkî, 2025)
NAVENDA NÛÇEYAN