- Yek ji xebatên herî bingehîn û girîng ên Navenda Çand û Hûnerê ya Sitiya Nexşa ya li Şengalê, perwerdekirina zarokan e. Her sal bi taybetî di demsala havînê de di dema betlaneya dibistanê de bi dehan zarok tên perwerdekirin.
Endama Navenda Çand û Hûnerê ya Sitiya Nexşa Nesrîn Xanesor, li ser armanca perwerdekirina zarokan ji me re axivî.
Nesrîn destpêkê li ser perwerdeya zarokan û fêrkirina wan a amûrê mûzîkê axivî. Nesrîn bi bîr xist ku ew jî dema ku hatine xebatên çandê temenê wan biçûk bûye û wiha got: “Me tiştek li ser çanda xwe nedizanî, lê bi rêya perwerdê em fêr bûn û niha didin fêrkirin. Ev ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Em dixwazin zarokên civaka xwe perwerde bikin. Zarokên tên perwerdê dibînin, temenê wan di navbera 5 û 13 salî de ye. Em di perwerdê de dersên piyano, defê, rîtim û sazê didin. Dem bi zarokan re gelek xweş derbas dibe. Em ji keda ku ji bo wan didin, moral digrin. Gelek zarok dixwazin bên fêrî amûrê mûzîkê bibin û stranan bêjin.”
‘Ewê zarok çandê zindî bihêlin’
Nesrîn di dawiya axiftina xwe de anî ziman ku ne wan û ne jî zarokan, beriya fermanê li ser çandê perwerde nedîtibûn û wiha qala girîngiya fêrkirina zarokan a çandê kir: “Em xwedî çandeke pir dewlemend in. Beriya fermanê saziyên me yên çandê tunebûn ku em xwe perwerde bikin û fêrî amûrên muzîkê bibin. Cîhek taybet yê zarokan jî tunebû. Lê niha ji derve zarokên tên perwerde dibînin hene. Komek zarokên keç heye, strana dibêje. Divê em çanda xwe li her qada jiyanê bidin diyarkirin û bijîn. Bi cil û bergên xwe yên spî, bi xerîbî, cejin û saza Êzî em çanda xwe timî zindî bihêlin. Yên ku vêya zindî bihêlin û bipêş bixin, zarok in.”
Banga zarokan ji bo navenda çandê
Zarokên bi navê Revîn Ehmed û Rojîn Xanesor ku perwerdeyê dibînin jî, hestên xwe wiha parve kirin: “Em gelekî ji perwerdeya mûzîkê hez dikin. Ji çanda xwe pir hez dikin. Li vir her tiştê girêdayê mûzîkê heye. Em dixwazin bi çanda xwe bijîn. Ev salek bûye em li vir fêrî mûzîkê dibin û ji vir gelekî hez dikin. Em niha fêrî defê û kemanê dibin û stranan dibêjin. Em dixwazin hemû zarok wek me bên vir û fêrî çanda xwe bibin.” HÊVÎDAR ŞENGALÎ / JÎNHA/ŞENGAL