Tivinga di dolabê de

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 15 Tîrmeh 2023 - 04:32

Hunermenda Kurd a Cemîle Şahîn ji bo Komeleya Nassawî ya li bajarê Wiesbadenê (Nassauischen Kunstverein Wiesbaden) înstalasyoneke mekan a bi navê tivinga di dolabê de çêkiriye.  

Cemîle Şahîn bi pratîka xwe ya hunerî filman çêdike, wêneyan digire, înstalasyonan datîne û berhemên wêjeyî dinivîse. Ew para bêhtir bi çîrokên li ser şer, eskerîbûn, kontrola li ser civakê û ferdan ên kêm bihîstî dadikeve. Di berhemên wê de gelek caran rabihurî û roja îro dikevin nave hev, di nava hev de dihelin. Di heman demê de bûyerên cihê yên civakî û siyasî jî di van berheman de têkel hev dibin û di nav hev de dihelin. 

Awayê xebata wê, weha ye ku ew materyalên wêne û metnan ên ji çavkaniyên cihê kombîne dike, weke jibergirtinên berhemên wêjeyî, vîdeoyên di înternetê de yan jî anîmasyonên sêber (3D) bi hev re ragihandina xwe disipêre dîmen û metnan nîşan didin. Bi vî awayî em rîtmeke bi lez di berhemên wê de dibînin. Ew, gava mirov ne li bendê ye agahiyên mirovî aciz dikin ên li ser dîroknivîsandinê û şerkirinê dide.

 

Lozan û dronên şer

Ji bo Nassauischen Kunstverein a li Wiesbadenê jî Cemîle Şahînê înstalasyoneke mekan çêkiriye. Navê înstalasyonê Gewehr im Schrank (Tivinga di dolabê de) e û bi mîlîtarîzebûna civakên rojavayî daketiye. Ew esas balê dibe ser wan Swîsreyiyên ku piştî leşkeriya xwe weke bibîranînê tivingên xwe bi xwe re dibin malê. Înstalasyon ji vîdeoyekê û ji kolajên erdê û dîwaran pêk tê. Lêkolîna wî ya ji bo înstalasyonê xwe disipêre Peymana Lozanê ya ku beriya sed salan li Swîsreyê hatibû mohrkirin. Cemîle Şahîn bi înstalasyona xwe tinazê xwe dike bi navê Peymana Lozanê. Lewma navê peymanê, Peymana Aştiyê ya Lozanê ye. Bi vê peymanê sînorên ku li gorî berjewendiyên împeryalîstan hatin kişandin, ne aştî hingê pêk anîn û ne jî îro. Ew balê dibe ser roleke taybet a Lozanê di mîlîtarîzebûna îro de jî: Paytexta Kantona Vaud yanî Lozan, îro di çêkirina dronên şerî de cihê herî muhim e. 

Cemîle Şahîn a malbata wê ji Dêrsimê, bi vî awayî li bajarê ku sala 1990´î lê hatiye dinê, balê dibe ser meseleyeke ji bo miletê wê û çarenûsa wî diyarker: Peymana Lozanê û mîlîtarîzebûn. 

WIESBADEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.