Çavên nostaljîk û têkiliyên dilsoz

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Tîrmeh 2023 - 04:54

Hunermenda bi navê Susannah Carson ku bi hunerê hevçax re mijûl e, bi çavên insanan daketiye û van çavên insanan di teyfikan de bi cih dike. Di esasê xwe ew çandeke kevn jî tîne bîra me. Ji lewma ber bi dawiya salên 1700’î li Ewrûpa û Emerîkayê hin malbatan çavên zarok û hezkiriyên xwe bi vî awayî teswîr dikirin.

Ji van çavên ku dihatin teswîrkirin re “Çavên evîndar” an jî “çavên mînyatûr” dihatin gotin. Teswîrên çavan yên Susannah Carson jî wan rêûresmên resen teqlîd dike. Ew çavên ku wê di nîvê teyfikan de teswîr kiriye li bîner dinihêrin. Rasterast li çavê bîner dinihêrin çavên Susannah Carson û teyfikên ku çav li ser hene bi awayekî dekoratîf hatine neqşkirin. Paşxaneya teyfikên wê jî weke tabloyan in. Yanî ew bi van çav û teyfikên xwe hesteke nostaljiyê jî ava dike bi bîner re û kompozisyonên wê pirr bi bandor in.

Susannah Carson ji bo hunerê xwe got; “Ez bi resmê re mijûl im, tenê bi xapandinên optîk re mijûl nînim. Kompozisyonên ku ez ava dikim awir û nihêrînan îşaret dikin. Ev çav serpêhatiya xwe bi awir û nihêrînan vedibêjin. Her wiha li hember vî tiştî dixwazin bîner jî behsa serpêhatiyên xwe bikin. Berevajî gelek hunerên hevçax yên ku biyanî ne ji insan re, ev çavên min têkilîyên dilsoz ava dikin bi bîner re.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.