- Sinehetkar û hosteyê caman Lino Tagliapietra ji 12 saliya xwe de pif dike malzemeyê cam û di vî warî de li dinyayê “maestro”yê herî xurt e. Ew li girava Murano ya nêzî Venedîkê fêrî vî karî bûye û niha jî hema bêje li temamê dinyayê ev rêûresma 500 salî vedijîne. Her wiha wiha wî ev karê hanê fêrî gelek şagirtan jî kiriye.
Hunermend Lino Tagliapietra ji bo pif bike caman çêbûye. Yanî ewqasî di vî hunerî de baş û serketî ye. Tagliapietra di sala 1934’an de li girava Murano ya ku bi camên xwe navdar in hatiye dinyayê. Wî li cem sinehetkar û hosteyên herî baş ên giravê perwerde dîtiye. Dema 12 salî ye di kargehên caman de dest bi kar dike. Ew destpêkê li fabrîqeyên caman weke “garzonetto” (zarokê alîkar) tê zanîn û di sala 1957’an de jî êdî maestro ye. Paşê di sala 1979’an de diçe Emerîkayê perwerdeya cam dide û ber bi sala 1989’an jî xwe weke hunermendekî serbixwe dide nasîn. Ew niha 80 salî ye û li dinyayê yek ji hosteyên herî serketî yê hunerê cam e. Tagliapietra wextê xwe bêhtir li Emerîkayê derbas dike lê girava Murano jî ti carî ji bîr nake û bêyî wir nikare biqedîne. Ew di her fersendê de diçe giravê jî.
Lino Tagliapietra teknîkên pifkirina cam fêrî gelek kesî kiriye û bi saya wî xelkê xwe li girava Murano û her wiha Venedîkê girtiye da ku ev huner ji nêz ve nas bikin. Ev hunerê cam 500 sal berê li giravê dest pê kiriye û rêûresmeke pirr kevn e. Tagliapietra ev rêûresm hem diparêzê û hem jî fêrî şagirtan dike. Her wiha ew hosteyekê afirîner e û heta niha gelek peykerên ji cam jî çêkirine.Li dinyayê gelek galerî û koleksiyoner hene ku çav berdane berhemên Lino Tagliapietra, ji lewre peykerên wî yên ji cam pirr xweşik û bi bandor in.
Me cam weke huner nedidît
Tagliapietra, Murano weke navenda hunerê cam dibîne lê di heman demê de destnîşan dike ku weke berê karên baş nayên kirin û her diçe ev huner tê jibîrkirin. Tagliepietra got; “Her wiha hin navendên din hene ku di vi warî de pêş dikevin. Emerîka yek ji van cihan e, ew pirr girîngiyê didin vî hunerî. Paşê Swêd, Çekya, Japonya, Awistralya jî hene hunerê ku hunerê cam li wir pirr popûler e. Lê li Emerîkayê weke hunerekê pêş dikeve, her wiha li Emerîkayê hunerê cam tesîrê li gelek bizavên hunerî ji kir. Ji lewma cam weke îfadeyeke hunerî tê nirxandin li wir. Dema em jî li Murano bûn me gelek alavên ji cam çêdikirin ji bo werin bikaranîn lê me van alavan ti carî weke alavên hunerî nedît. Lê li Emerîkayê hin şagirt alavên ku çêdikirin weke berhemên hunerî jî didîtin û ev nihêrîn li wir ev kar pirr pêş xist.”
Cam ne malzemeyekî bê ruh e
Ji bo Tagliapietra cam malzemeyekî bê ruh nîne. Ew gelek caran bi caman re diaxive û bi vî awayî xwe bêhtir nêzî vî malzemeyê hîs dike. Wekî din ew li hember vî malzemeyî bi hurmet tevdigere û bi vî awayî fikrên xwe jî tîne ziman. Tagliapietra dibêje heger insan têkiliyek dilsoz bi cam re biqefêlin dê xwe baştir hîs bikin û dilşad bibin. Tagliapietra ji bo hunerê cam dibêje, “Xebata bi camê re weke jiyanê ye, hestiyar e. Divê hûn ji vî malzemeyî hez bikin. Her wiha hurmetê jî nîşanî vî karî bidin. Jiyanek têra nasîna caman û vî karî nake. Ez hîna jî fêr dibim.”
Ji siberoja vî karî bi fikar e
Tagliapietra derbarê siberoja camê de jî got; “Heger hûn vî karî tenê ji bo turîzmê pêk bînin jidil jî heyf e û her wiha pirsgirêk e. Ji xwe ciwan jî êdî zêde guh nadin vî karî, ev yek jî min diêşîne û fikaran bi min re çêdike. Civak diguhere û insan naxwazin bi karên wiha re mijûl bibin. Her wiha cam jî bû malzemeyekî ji rêzê û êdî gelek kes ew bi dest dixin. Yanî cam bûye malzemeyekî turîzmê, ev yek jî min ditirsîne û ji bo siberoja karê cam tiştekî ne baş e. Siberoja vî karî ji mêran bêhtir di destê jinan de ye jî. Bi qasî dizanim ew niha li Murano ji berê bêhtir serbixwe ne û dikarin di vî karî de berhemên serketî biafirînin.”
VENEDÎK