Bala Tarr li Tokyoyê tê xelatkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 00:56

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Tokyoyê ku ew ê îsal cara 37’an were lidarxistin, derhênerê Macarî Bela Tarr jibîr nekir û da zanîn ku ew ê “Xelata Serketinê ya Heta Hetayê” bidin wî. Xelata Bela Tarr ew ê di 1’ê Midarê de bi merasîmekê were dayîn.

Bela Tarr bi şêwaza xwe ya resen ya sînemayî tê zanîn. Nexasim jî filmê wî yê bi navê “Satantango” ku 7 saetan didome filmekî cuda ye di dîroka sînemayê de. Ji xwe ew bi vî filmê xwe hate naskirin û di sala 1994’an de bi heman filmî li Berlinale xelat wergirt. Filmê wî yê dawî “The Turin Horse-2011” (Hespê Torînoyê) jî dîsa li Berlînale xelata “Hirçê Zîvîn” û FIPRESCI wergirtibû.

Piştî filmê Hespê Torîno Bela Tarr da zanîn ku êdî ew ê filman çêneke û li Saraybosnayê dibistaneke filman ava kir da ku li wir dersên sînemayê bide û şagirtên nû yên sînemayê perwerde bike. Heta niha wî li dibistanê gelek kargehên sînemayê biriye serî.

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Tokyoyê di sala 1995’an de filmê Satantango yê Bela Tarr nîşan dabû û temaşevanan ji vî filmî pirr hez kiribû. 

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Tokyoyê îsala di navbera 28’ê Cotmehê û 6’ê Mijdarê de li Tokyoyê tê lidarxistin. Ev festîval jî yek ji festîvalên herî girîng a sînemayê ye.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.