Ji bo siberoja pilingan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 06:09

  • Ai Weiwei ji bo pilingên li dinyayê ku ji bo postên xwe tên kuştin û gurandin, di sala 2018’an de projeyeke bi navê “Tomorrow’s Tiger” dabû destpêkirin. Niha jî xalîçeyên bi riya vê projeyê hatine çêkirin û li ser wan resmê pilingan hene, dê li muzeyan werin nîşandan da ku siberoja pilingan baştir bibe û kes bela xwe li wan nede.

XASÊ CÛNÊ

 

Hunermend û çalakvanê ji Çînê, Ai Weiwei bi çalakiyên xwe yên hunerî tê naskirin; wî sala 2018´an ji bo pilingên dinyayê projeyeke bi nave “Tomorrow’s Tigers” dabû destpêkirin; ew ê niha jî berhemên vê projeyê li muzexaneyan nîşan bide. A rast wî ev proje ji zû ve daye destpêkirin. Wî ji bo bala xelkê bikişîne ser rewşa pilingên li dinyayê, ev projeya xwe hazir kiriye. Lewma, piling ji bo postên xwe timî bûne armanca êrişên mirovan; insan ji bo postê wan li xwe bikin yan jî bibin xwediyê postên wan, pilingan dikujin û wan digurînin. Paşê jî weke cilûberg bi bihayên gelekî mezin difiroşin. 

Ai Weiwei jî hay ji vê rewşê heye û ji bo pêşî li vê meseleyê bigire vê projeyê pêk anî. Wî li ser xalîçeyekê resmê pilingekî çêkir û pereyên ku ji vê xalîçeyê werin bi dest xistin, dê ji bo parastina pilingan werin xerckirin. World Wildlife Fund ku weke Weqfa Parastina Xwezayê ya Dinyayê tê zanîn, dê ji bo vê yekê bi Ai Weiwei re bibe alîkar û dahata ji projeyê ji bo siberoja pilingan bi kar bîne. Ji lewma, cisnê pilingan her ku diçe li dinyayê tine dibe û êdî weke berê nikarin bi rehetî bijîn.

Di çarçoveya vê projeyê de ne tenê Ai Weiwei xalîçeyên ku li ser wan resmê pilingan heye çêkiriye, her wiha 12 hunermendên din jî ji sala 2018’an ve bi vî ayawî xalîçeyên ku li ser wan resmên pilingan hene, xêz kirine. Yanî ev proje, ji mêj ve hatiye destpêkirin û heta niha gelek xalîçe hatine çêkirin. Li gorî salnameya Çînê, îsal sala pilingan e, ji lewma jî ev proje bêhtir bi qîmet bû û Worl Wildlife Fund xwest organîzasyona îsal bi rêk û pêktir bimeşîne û gelekan ji van xalîçeyan ji bo pilingên siberojê bifiroşe.

Xalîçeya wî ya ‘The Tyger’ tekane ye

Di nav kesên ku xalîçeyan çêkirine de hunermendên weke Raqib Shaw, Reena Saini Kallat û Gary Hume jî hene. Wan rêbaza çêkirina van xalîçeyan ji ber rêûresmên kevn ên hêrêma Tîbetê girtine û xalîçeyên li wir îlhama wan ya ji bo vî karî zêdetir kiriye. Ev xalîçeyên ku bi destên hunermendan hatine sêwirandin dê di navbera 24-29’ê meha Mijdarê de li “Sotheby’s Londra” werin nîşandan. Her wiha xalîçe wê werin firotin jî. Di nav van xalîçeyan de xalîçeya herî li ber çav, xalîçeya bi navê “The Tyger” ya Ai Weiwei ye. Wî ev xalîçeya xwe bi hiriya Gazne çêkiriye û zehferan jî bi kar aniye. Yanî wî ev xalîçeya xwe bi boyaxên xwezayî yên nebatan çêkiriye. Ai Weiwei tenê nimûneyek ji vê xalîçeyê çêkiriye, ji lewma jî ew tekane ye. Ew difikirin ku vê xalîçeya tekane bi zêdetirî 150 hezar sterlînî bifiroşin. Ji xalîçeyên din yên ku hunermendên din jî çêkirine dê 10 edisyon (çap) werin hazirkirin û dîsa ji bo firotanê werin nîşandan.

Serpêhatiya wî vê projeyê dide destpêkirin

Ai Weiwei dibêje, elaqeya wî ya ji bo pilingan kevn e. Dema ew li Çînê dijî, derbarê pilingan de belgefilmekê hazir dike. Belgefilma xwe ya bi navê “Human Flow” ew sala 2015’an çêdike. Di dema belgefilmê de serpêhatiyeke wî çêdibe. Pilingekî bi navê “Laziz” ku li ber mirinê ye û ji mirinê xelas dibe, wî pirr hestiyar dike û di bin tesîra vê yekê de dimîne. Ji lewma wî projeyeke wiha daye destpêkirin. Ai Weiwei dibêje, ji pêvajoya çekirina xalîçeyan Christopher Farr berpirsyar e. 

Projeya bi navê “Tomorrow’s Tiger” ji sala 2018’an heta îro qederê 780 hezar dolarî kom kiriye. Li gorî agahiyên ku proje dide, di destpêka sedsala 20’an de hejmra pilingan qederê 100 hezaran bûye lê bi demê re ji sedî 95 kêm bûne û rewşa pilingan ya îro zêde ne baş e.

Pilingo

 

Pilingan tesîr gelekî li hunermend û xelkê edebiyatê jî kiriye. Strana ji helbesta William Blake The Tyger (Pilingo) belkî jî ji van ya herî navdar e. Me ev helbesta Blake ji bo xwênerên xwe wergerand Kurmanciyê. Ev helbesta wî di kitêba wî ya bi navê Songs of Experience (Stranên tecrûbeyê) sala 1794´an hatibû weşandin.   

 

Pilingo*

 

Pilingo pilingo, geş û gurr dişewitî,

Di daristana şevê de:

Çi dest yan jî çavê nemir,

Dikarî teşeyê te yê tirsnak çêke?

 

Di çi kûrahî yan jî ezmanên dûr de

Wî agirê çavên te pêxist?

Ew li ser kîjan baskan wêriya vê bike?

Çi destî wêriya rahêje agirî?

 

Û çi milê afirîner û çi hunerî,

dikarî hêza dilê te bade?

Û gava ku dilê te dest pê kir, lêxe,

Êdî çi tirsê girte destan? û çi tirsê girte lingan?

 

Çi çakûç bû? Çi zincîr bû,

Di çi firinê de pijiyabû mejiyê te?

Çi sindan? Çi destikê tirsnak,

Diwêrin tirsa wî ya kujer zemt bikin!

 

Gava ku stêrkan tîrên xwe daweşandin jêrê

Û ezman bi rondikên xwe avdan:

Gelo ew keniya bi dîtina berhemê xwe?

Gelo yê ku berxik afirand, tu çêkirî?

 

Pilingo pilingo, geş û gurr dişewitî,

Di daristana şevê de:

Çi dest yan jî çavê nemir,

Dikarî teşeyê te yê tirsnak çêke?

 

* Luqman Guldivê ji Ingilîzî wergerand.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.