Li Merîwanê şano daketin kolanan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Cotmeh 2025 - 00:54

18’emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kolanan ya Merîwanê li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin. Wê 43 komên şanoyê yên navxweyî û derve tevlî festîvalê bibin.

Medyaya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî lidarxistina 18’emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kolanan ya Merîwanê agahî parve kirin.

Li gor medyaya Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir festîvala ku yek ji çalakiyên herî mezin yên hunera şanoya kolanan ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, wê pênc rojan bidome.

Hate ragihandin ku komên hunerî ji Hindistan û Tunisê beşdarî pêşbirkê dibin û 209 berhem ji ofîsa festîvalê re hatine şandin. Her wiha hate eşkerekirin ku 43 leyistikên şanoyê ji bo pêşangehê hatine hilbijartin.

Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kolanan ya Merîwanê wekî yek ji girîngtirîn çalakiyên hunera şanoyê li Îranê tê hesibandin. Ev festîval, salane li vî bajarî tê lidarxistin û bala gelek hunermendên xwecihî û biyanî kişandiye ser xwe.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.