Di nav şer de Festîvala Sînemaya Jinan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 00:57

26’ê Cotmehê li Xezayê bi dirûşmeya "Di Dema Qirkirinê de Jinên Bi Rûmet” Festîvala Sînemaya Jinan a Navneteweyî ya Xezayê destpê kir. Çalakiyên destpêkê ya festîvalê bi beşdariyek mezin a jin û gel destpê kir. Ev festîval, bû çalakiya hunerî ya ewil ku piştî du salên şer hate lidarixistin. Festîval, bi pêşkêşkirina fîlma "Dengê Hind Rajab" a ji bo Xelata Oscarê hatibû namzet nîşan, hate kirin. Pêşkêşkirina fîlman a bi armanca belgekirina berxwedana jinan a bi rêya hunerê hate li dar xistin, wê heta 31’ê Cotmehê didome.

Festîvala Sînemaya Jinan a Navneteweyî ya Xezayê, bi armanca di nav hilweşandinê de bi rêya hunerê vegotina berxwedan, êş û ji nû ve vejîna jinên Filistînî ya ji cîhanê re dest pê kir. Endama juriyê ya festîvalê û derhêner Rîma Mehmûd, da zanîn ev çalakî di nava şert û mercên qirkirin û hilweşandinê de tê li dar xistin û wiha axivî: “Ev festîval dengê jinên ku bi mêran re mil bi mil têdikoşîn e. Belgekirina êşên me ya bi rêya hunerê, ji bo cîhanê peyamek bihêz e.” Rîma Mehmûd, destnîşan kir ku festîval bi giştî ji aliyê jinan ve hatiye organîzekirin û jin dikarin çîrokên xwe bi xwe û bi awayekî herî baş vebibêjin.

‘Her çîroka nayê belgekirin, tê jibîrkirin’

Beşdarvan Nihayet Cerade, da zanîn ev çalakî ji bo jinan vegotina çîrokên jinan derfetek mezin e û got: “Li Xezayê, jin beriya şer bi rêya kurtefîlman jiyana xwe belge dikirin. Îro jî bi çavên xwe sînemaya xwe ava dikin. Her çîroka nayê belgekirin, tê jibîrkirin; em bi çavên xwe vedibêjin ku çîroka me winda nebe."

XEZA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.