
- Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan bi pêşkêşkirina fîlmên curbicur li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) li Qamişloyê didomin. Di mîhrîcanê de rewşenbîr, hunermend, hezkirên hunerê û şênî amade dibin.
Bernameya roja 5ˊan a mîhrîcanê li Navenda Mihemed Şêxo bi semînera "Çîrokên Hevpar-Sînemaya Azad" dest pê kir. Di semînerê de behsa rola sînemayê di belgekirina têkoşînê û pêşkêşkirina çîroka altarnatîfî hewlên nixumandina çandê hat kirin. Dûre fîlmê Kurdî "Hêvî" hat pêşkêşkirin.
Demjimêr 16.0ˊan, girse li benda temaşekirina fîlmê "Yol" bû. Ev fîlm yek ji xebatên sînemaya rexnegirî di dîroka Tirkiyeyê de ye. Fîlmê bala beşdaran kişand ku behsa nirxa siyasî û mirovî ya mezin dike. Derhêner û sînarîstê fîlmê Yilmaz Guney ye. Li Şerif Gören xebata derhêneriya meydanî kiriye. Xebat di 1982ˊyan de derket û heta roja îro cihekî wê di sînemaya siyasî ya cîhanê de heye. Fîlmê "Yol" di Mîhrîcana Navneteweyî ya Cannesê de sala 1982ˊyan Palme d'Or wergirt. Piştre bi salan li Tirkiyeyê hate qedexekirin.
Bernameya îro ya li Navenda Mihemed Şêxo bi pêşandana kurtefîlma "Rojava rûmeta me ye", dûre fîlma Sûriyeyî "My Memory is Full of Ghosts" dewam kir û bi fîlmê navneteweyî "Junks-Dolls" bernameya îro bi dawî bû. Li TEV-ÇANDˊê jî kurtefîlmên "Belkî Sibê", "Girls Donˊt Cry", "The Memory of Sur", "Foragers", bi fîlmê "Perpetual Recurrences" bi dawî bû.
Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan heya 20ˊê Mijdarê dewam dike. ANF
* * *
‘Welatê Pirpirokan’ ji Nûbiharê derket
Pirtûkeke din a çîrokan derket, "Welatê Pirpirokan". Pirtûka ku ji aliyê Rûbar Elî ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Berî niha di sala 2022'yan de Rûbar Elî bi navê "Spêle"pirtûkeke çîrokan nivîsandibû û Nûbiharê derketibû. Nûbiharê niha pirtûkeke din a Rûbar Elî weşand.
Çîrokên Rûbar Elî berî her tiştî xwe bi hêza zimanekî estetîk û helbestî ve digirin. Hestên binpêbûyî, qaliknegirtî û veşartî dibin hevalê şevê û şev dibe rawestgeha herî girîng bo lehengan... Kesayetên ku di civakê de tu carî nebûne xwedî hebûnekê mîna şanogerekî xurt bi tîradeke dirêj derdikevin ser dikê û heta qewet heye di qirika wan da qêr dikin têkçûna xwe. Bi van çîrokên kin dê bala xwendevanan biçe ser wan lehengên bextreş yên li kêleka mirov, li gundê mirov, taxa mirov ku ji xirecira sedsala bîst û yekemîn tenê xulekek jî mirovan ji bo wan veneqetandiye… NAVENDA NÛÇEYAN







