- Çîroka jinên Rojava; Tevî her tiştî
- Dengbêje Hacer wefat kir
Li bajarên Stuttgart, Reutlingen û Boblingen ên eyaleta Baden-Wurttembergê bi dirûşmeya "Jiyana azad û civaka demokratîk" wê sê roj şahiya çandî were lidarxistin. Şahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Stuttgartê ve têne organîzekirin. Di şahiyê de wê fîlm, sînevîzyon werin pêşandan, dîwana dengbêjan, panel û konser, govend, bên lidarxistin û axaftin werin kirin.
Roja yekem a şahiyê wê bi belgefîlma ku ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hatiye amadekirin dest pê bike. Fîlma li ser gundê jinan JINWAR wê saet 18:00’an de li Kupferbau Horsaal 21, Holderlinstr. 5, 720 Tubingenê pêk were.
Di roja duyemîn a şahiyê de wê dîwana dengbêjan bê pêşkêşkirin. Dengbêj Cewad Merwanî, Fatoş Ereklî, Zulfu Esen û Zulkuf Gimgim wê beşdar bibin. Bername wê saet di 17:00’an de li Berlîner Str. 20, 71069 Maichingenê pêk were.
Roja sêyemîn di çarçoveua pîrozkirina azadî û jiyana demokratîk de wê hunermendên Kurd derkevin ser dikê û şahî bi dawî bibe. Hozan Aydin, Cewad Mervanî, Binevş Cizîrî, Sîdar Ferît, Koma Rêber Davran, Koma Mîro û Koma Jiyan (Govend) wê beşdar bibin. Şahî wê saet 13:00’an de li Lindenschulstr. 29, 70327 Stuttgartê dest pê bike. ANF
* * *
Çîroka jinên Rojava; Tevî her tiştî
Çalakiyên 5`emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya 6`emîn de berdewam kir. Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Navenda Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê film hatin pêşandan.
Bernameya roja 6`emîn bi semînerkê li Navenda Mihemed Şêxo dest pê kir. Di semînerê de bandora pevçûn û veguherînên siyasî li ser çêkirina fîlman, û rola sînemayê di veguheztina çîrokên gelan di demên pevçûn û koçberiyê de hat gotûbêjkirin.
Piştî semînerê, kurtefîlma " Tongueless Dream - Xewna Bê Ziman" hate nîşandan, ku balê dikşîne ser têkiliya di navbera bîrdank, deng û nasnameyê de.
Belgefîlma "Tevî Her Tiştî" ya Robert Craig jî hate nîşandan. Fîlm çîrokên jinên ku li gundê "Jinwar"ê, dijîn vedibêje, rastiyên rojane yên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide û rola wan di avakirina civakek demokratîk de ji sifirê, tevî şer û bêaramiyê, vedibêje.
Bernameya danê êvarê bi nîşandana kurtefîlma "Happy End" berdewam kir, piştre kurtefîlma "Bint El Shalabiya" hate nîşandan.
Li Navenda Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê jî, bername bi belgefîlma "Threads of a Revolution" dest pê kir, piştre fîlma dirêj "Xoftex", belgefîlma "Nyumba" û belgefîlma kurt "In the Heart of the Sun" hatin nîşandan.
Nîşandanên îro bi filma " Our Songs Were Ready for All Wars to Come ", ku bandora bîrdanka çandî û hunerî li hember şer vidibêje, bi dawî bûn. ANHA
* * *
Dengbêje Hacer wefat kir
Dengbêj Hecer ku li Mêrdînê tevî temenê xwe yê mezin jî bi klamên xwe di çalakiyan de cih digirt, jiyana xwe ji dest da.
Hecer Yilmaz ku weke Dengbêj Hecer dihat naskirin û li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijiya, di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Hecer, tevî temenê xwe yê mezin jî di çalakiyên azadî û demokrasiyê de cih digirt û bi klamên xwe reng dida çalakiyan. Dengbêj Hecer, herî dawî jî tev li çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûbû. Hat zanîn ku dê cenazeyê wî îro were definkirin.
Dengbêj Hecer, di sala 1945’an de li gundê Dengîza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di sala 1995’an de gundê wan bi darê zorê hate valakirin û neçar ma ku tevî malbata xwe koç bike. Ji Îzmîrê heta Hatay û gelek bajarên din, di karên cuda de xebitî. Dengbêj Hecer, herî dawî di destpêkên salên 2000'î de vegeriya Mêrdînê. Li Mêrdînê di rêveberiya partiyên siyasî de cih girt. Ev demek bû nexweş bû û dihat tedawîkirin. MA/MÊRDÎN