Xeta şehîdan pêşxistina têkoşînê ye

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:30

Ji bo Şehîdên Meha Gulanê paytexta London Ingilîstanê û li paytexta Yûnanîstan Atînayê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. Bibîranîna li Londonê bi rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir û gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Jinên Ciwanên Têkoşer (Teko-JIN) a Ingilistanê ve hat kirin. Hat destnîşankirin ku Şehîdên Meha Gulanê li dijî faşîzm, dagirkerî, newekhevî û xeta xiyanetê rênîşaneya xeta jiyaneke azad û birûmet e.

Piştre li ser navê KCDK-E’yê Şîvan Başûr û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Alî Poyraz axivîn. Axaftvanan bal birin ser girîngiya pêşxistina xeta şoreşgeriyê ya li dijî faşîzm û dagirkeriyê û dan zanîn ku ev yek pêwîstiya dilsoziya bi şehîdan re ye û gotin:“Em soza xwe nû dikin ku heta şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin.”

Bîranîn piştî axaftinan bi guhdarkirina helbest û nîşandana sînevîzyonê dewam kir.

Ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ji aliyê Platforma Yekîtiya Çalakiyê ya Yûnanîstanê ve çalakî hat lidarxistin. Çalakî li Navenda Çanda Kurdistanê bi tevlîbûna şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyê pêk hat.

ANF/LONDON/ATÎNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.