Xelkê Şengalê saziyên xwe diparêze
Sêşem 3 Gulan 2022 - 21:27
- Xelkê Şengalê, sazî û dezgehên xwe bi biryardarî diparêze. Ji 7 salî heta 70 salî, Şengalî xwedî li asayîşê û saziyên xwe derdikevin.
Xelkê Şengalê, sazî û dezgehên xwe bi biryardarî diparêze. Ji 7 salî heta 70 salî, Şengalî xwedî li asayîşê û saziyên xwe derdikevin.
Gelek jin, ciwan, kalemêran rahişt çekê, rext li bejna xwe girêda û li dora şervanên Asayîşa Êzîdxanê bûn xelek.
Li gelek avahiyên Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ û YJŞ’ê, her wiha li sazî û avahiyên meclîsa gel, xelkê Şengalê dest bi nobetê kiriye.
Li gundê Dugurê, komek ji kalemêrên Şengalê li Meclîsa Gel heta derengiya şevê nobet girtin û saziya xwe ji êrişan parastin.
Xelkê Şengalê dixwaze artêşa Iraqê ya bi serkêşiya Fermandariya Nînovayê, dev ji dagirkeriyê berde û ji herêmê vekişe.
ROJNEWS/ŞENGAL