Xelk ji neçarî daran dibirre

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 10 Sibat 2024 - 00:34

Li gorî deverên din yên Herêma Kurdistanê, Balekayetî devereke çiyayî û pir sare. Ev yek jî bûye sedem ku xelkê Balekayetiyê di demsala zivistanê û sermayê de ji bo germkirina malên zêdetir sotemeniyê bikar bînin. Ji ber wê jî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku zêdetir sotemeniyê bide wan. Xelkê devera Balekayetî Rizgar Hacî derbarê mijarê de wiha got;“Min tenê îsal heft bermîl sotemenî kiriye ku sotemeniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî têde ye, hîn jî pêwîstiya me bi sotemeniya zêdetir heye. Ji ber ku rewşa xelkê deverê di aliyê madî de nebaşe û nikarin neft û sotemeniyê bikirin.” Soran Hesen jî da zanîn ku xelk ji ber kêmiya sotemeniya û bihabûna wê nikarin sotemeniya pêwîst ji xwe re bikirin û got; “Ev jî bûye sedem ku daran bibirin û xwezayê wêran bikin. Vê yekê zirareke mezin gihandiye jîngeh û xwezaya herêmê. Ji ber ku ev dever herêmeke geştiyariyê ye û divê xweza û darên wê bên parastin û rê li birîna daristanan bê girtin. Ev jî wê bi peydakirina mîqdara sotemeniyê ya pêwîst bi bihayek maqûl pêk were.”

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.