Wa ye Poseidon ji behrê tê der!

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Hezîran 2022 - 21:39

  • Hin caran tişta çavê mirov dibîne, mirovî dixapîne. Gava mirov vî wêneyê ji peravên Melenara yên li ser girava Grand Canaria ya Spanyayê dibîne, çavê mirovî dîsa meyla xapê dikin.

Hin caran tişta çavê mirov dibîne, mirovî dixapîne. Gava mirov vî wêneyê ji peravên Melenara yên li ser girava Grand Canaria ya Spanyayê dibîne, çavê mirovî dîsa meyla xapê dikin. Li pişt pêlan çi heye? Xwedewendek? Gelo ev Poseidon bi xwe ye?

Esas erê, ev poseidon bi xwe ye. Peykersaz Luis Arencibia sala 2001´ê ev peyker ji bronzê çêkiriye. Qederê 4 metroyan jî bilind e. Peyker wisa hatiye bicihkirin, gava mirov ji peravê ve lê dinihêre, weke ku Poseidon ji nava behrê derkeve û were, xuya dike. Jixwe gava pêlên behrê li pişta wî dixin, mirov li bendê ye, artêşa wî li pey wî bê. Axir ev peyker nîşan dide ku biqasî berhemên serketî yên hunerî, mekanên wan jî ji bo tesîra wan muhim in. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.