Tecrûbeya Navenda Lêkolînên Cins

Nûçeyên Jin

Sêşem 23 Adar 2021 - 03:27

Nevanda Lêkolînên Cins û Geşedanê li Zanîngeha Emerîkî ya Silêmaniyê, Dr. Çoman Hardî ye. Wê sala 2015´an ev navend damezrandiye. Bi ya Kira Walker a 22´yê Adarê ji bo El-Fenar lî-l δlam nivîsiye, ev navend, qebqûbiyê dike li civaka ji rêûresmê. 

Xwendekarê 24 salî Zhîra Hesen piştî ku li ser femînîzmê û mafê mirovan, li zanîngehê dixwîne, biryarê dide xwendina xwe dewam bike li "mînora" vê navendê ya li ser lêkolînên cins: “Ev ji wan tiştan bûn ku min dixwest di nava civakê de bibînim.

Li [Başûrê] Kurdistanê û Iraqê, lêkolînên cins tiştekî gelekî nû ne. Lewma jî malbat û heval zêde pişta mirov nagirin, nexasim gava mirov mêr be. Lê mamoste û minaqeşeyên me bi wan re, tam ew tişt bû ku bala min diçû ser. Vê ez gelekî guherandim.”

Ev bername li temamê Başûrê Kurdistanê û Iraqê yekane ye. Bi rêya guhertina awirê xwendekaran li rol, nirx, norm û baweriyên elaqedarî cins, "mînor" a di lêkolînên cins de, dixwaze nifşê nû li Başûrê Kurdistanê bi gurçûpêç bike bi wê zanîna ku ji wan re lazim e gava ku bi hin meseleyên di nava civaka xwe de rûbirû dibin.

Sawen Emîn a 25 salî yek ji xwendekarên destpêkê bû. Ew dibêje, "Wê [beşê li zanîngehê] çavê min vekir li bêedaletiya di nava xelkê de ya ji ber awayê xebitîna baviksalariyê, çi jin û çi mêr."

Heta niha herî kêm 200 xwendekar ketine van dersên li ser cins peywendî bi mijarên weke sihet, ragihandin, civak, dîroka Îslamî û qirkirinê. Halê hazir 15 xwendekar hene, 12 jin û 3 mêr.

Çoman Hardî dibêje, "Gava mirov bi fikrekê re rûbirû dibe û ev fikr bi gelek tiştan re nakok be ew tiştên koka xwe berdana nava mirovî, zehmet e mirov wê fikrê bibîne, lê ew tiştekî dide destpêkirin."

Zexta li xwendekar û mamosteyan

Di civakeke muhafezekar de a tê de şideta cinsî zêde, mirov sîstema baviksalar bixe ber lê pirsînê, mirov derbê dixwe. Ji ber wê jî Çoman Hardî pêşî dîtiye ku xwendekarên wê li dijî fikrên ew behsa wan dike, li ber xwe didin. Lê bi demê re hem awayê wê yê nihêrîna li tiştan guheriye û hem jî yê xwendekarên wê. 

Xwendekarên din ên zanîngehê jî zext li xwendekarên weke Sawen Emîn û Zhîra Hesen kirine; nexasim ji ber şaşfêmkirina lêkolînên cins û femînîzmê. 

Halê hazir Çoman Hardî xwe ji dersdanê vekişand, lê çavê wê li siberojekê ye ku karibe dîsa dersên li ser mijarê bide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.