Ala berxwedanê di destê jinan de ye

Şemî 6 Adar 2021 - 01:38

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser encama berxwedan û têkoşîna jinên herêmê ku hîna didome got: "Jinan ala berxwedanê xistine destê xwe. Di qada siyasî, dîplomasî û civakî de jinan şoreşek ava kir û li hemberî zihniyetên cuda û hemû rengên gef û êrişan têkoşiyan. Ev têkoşîn wê bibe malê hemû cîhanê.” 

Îlhamê qala têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî zêhniyeta bavikanî kir û got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî sê zihniyetan berxwedan û têkoşîneke raber dikin. A yekê, zihniyeta desthildar a rejima Baasê ye ku bi salan li Sûriyê hikum kir. A duyemîn, zihniyeta DAIŞ`ê ya ku di salên dawî de weke pêleke pir tarî derket û di dîroka jinan de pêleke pir reş bû. Jinan li beramberî wê berxwedaneke pir mezin meşandin. Ya din jî zihniyeta civakê ya zilamperest e. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van zêhniyetan li ber xwe dan.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê destnîşan kir ku di van salên şoreşê de jinên herêmê qalibên ku li ser wan hatibûn ferz kirin, şikandan û wiha dewam kir: “Li hemberî zihniyeta desthildar jî jinan têkoşînek raber kir û derbasî qadên ku qet tê de cih negirtine bûn, wekî qada leşkerî, siyasî û hwd..”

Îlham Ehmed li ser encama berxwedan û têkoşîna jinên herêmê ku hîna didome ev tespît kir:"Jinan ala berxwedanê xistine destê xwe. Îro li ser wê pirtûk tên nivîsandin, fîlm tên çêkirin û bi dehan xebat tên kirin. Jinên cîhanê dema ku behsa tevgera xwe dikin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî nimûne nîşan didin. Tiştên jin pê difikirîn piratîkî jî pêk anîn. Ev serkeftin û destkeftiyên mezin ên ku jinan bi dest xistine dibe malê mirovahiyê. Di cîhanê de dibin nimûne. Li beramberî hovîtiya DAIŞ`ê û desthilatdariyê jinên herêmê tekoşîneke mezin raber kirin û hişt ku li çar hêlên cîhanê li ser biaxvin.”

ANHA/QAMIŞLO    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.