Tevna têkoşîna hevpar a jinan

Nûçeyên Jin

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 03:27

Konferansa Jinan a Navneteweyî ya diduyan, li paytexta Elmanyayê Berlînê şemî û yekşemê bi rê ve çû. Di encamê de ji bo mayîndekirina têkoşîna hevpar, yekitî û tora piştevaniyê, tora ‘Jin jiyan azadî: Jin Siberoja Xwe Ava Dikin’ hat ragihandin. 

Tora Jin Siberoja Xwe Ava Dikin, Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 2´yemîn li Berlînê bi dirûşma “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê” li dar xist. Ji 41 welatan 800 jin beşdarî konferansê bûn û konferansê du rojan dewam kir. Piştî nîqaşên du rojan jî pêkhateyên konferansê encamnameya konferansê ragihand. 

Di encamnameya xwe de wan got, “Di van rojan de ku me konferans li dar xist, dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li her çar aliyên cîhanê weke dirûşma serhildan û çareseriyê tê gotin. Em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku ji bo rawestandina tarîtiyê û ji bo jiyaneke azad û adilane, em berpirsyariyê li xwe digirin. Û em ê di têkoşîna avakirina jiyanê de ku em bi hesreta wê ne jî weke kirde bin. Bila ax, agir, av û hewa li gel me be. 

 

Xwepartina xwe bi pêş xistin 

Ji bo ku li dijî zêhniyeta mêrsalar a me tine dihesibîne û weke amûrekî dibîne, em bikarin mafên xwe yên jiyanî yên herî bingehîn biparêzin, em daketin kolanan, me parastina xwe bi pêş xist û xwe bi rêxistin kir. Li dijî zextên ku dixwestin jinan bidin jibîrkirin, jinên li hemû parzemînan bi helbestên xwe, bi dansên xwe û bi zanatiya xwe li ber xwe didin.  

Em li ber milîtarîzmê, nîjadperestiyê, mêtingeriyê, baviksalariyê, kargehên kapîtalîst ên pirneteweyî û dewletan radibin. Lewma ji me ditirsin. Em ê hêj wan pirr bitirsînin. 

Hêzên rejîma Îranê Jîna Amînî û hêzên faşîst ên Tirk jî rêhevala me Nagihan Akarsel qetil kirin. Li Emerîkaya Latîn jinên pêşeng ên civakê tên qetilkirin. Mîna li Sudan, Yemen, Emerîka û Kurdistanê, jin tên girtin, tên kuştin û rastî destdirêjiyê tên. 

 

Jin wê cîhanê biguherînin

Em dibînin ku tecrûbeya têkoşîna jinan a ku ev bi sedsalan e didome, di sedsala 21’ê de veguheriye qonaxeke nû. Em di qonaxeke wisa de ne ku hinek derdorên cuda yên civakî, azadiya xwe di azadiya jinê de dibînin û wisa bawer dikin ku azadiya jinê dê bi xwe re azadiya civakê bîne. Em bi hêrs in. Ev hêrs, hêrseke kolektîf e. Em bi hêz in û em ê cîhanê biguherînin. 

Em di serdemeke têkoşîna azadiyê ya nû de ne ku şoreşa jinê pêşengtiya wê dike. Weke ku birêz Abdullah Ocalan gotiye; ‘jiyana ku em hesreta wê, ne bi mucîzeyan lê bi şoreşê tê afirandin’, em jî ji Kurdistanê heta Îran, Efxanistan, Emerîkaya Latîn û Ewrûpayê radibin ser pêyan û têdikoşin. 

 

Serdema jinan

Em êdî di dema jinan de ne. Bersiva herî giring a vê serdemê; mayîndekirina têkoşîna hevpar, yekitî û tora piştevaniyê ye. Em tora piştevaniyê ‘Jin jiyan azadî: Jin Siberoja Xwe Ava Dikin’ radigihînin. Ji vir û pê ve, xebata me ya ewil dê bibe amadekirina nexşerêyê. Banga me ji bo jinan hemûyan ew e ku tev li vê torê bibin û li ser bingehê ‘Şoreşa Jinan’ têkoşîna hevpar mezintir bikin.” 

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.