Sînorên astengiyan qebûl nekirin

Nûçeyên Jin

În 23 Tîrmeh 2021 - 03:42

Mamoste Fîdan Bozan 35 salî ye, dema ji dayik dibe ji lingê xwe seqet e. Lê wê nehişt ku ev jê re bibe astengî. Wê nehişt ku ev seqetî li pêşiya xewn û xeyalên wê bibin asteng. Tevî ku nedikarî biçe dibistanê jî Fîdan dev ji xwendinê berneda û li malê xwe hînî xwendin û nivîsîndinê kir. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Fîdan diçe akademiya Viyan Amara ya zimanê Kurdî û li wir di asteke bilind de bi ser dikeve û dibe mamosteya zimanê Kurdî. Fîdan Bozan niha mamosteya dibistana gundê Solanê yê Kobanê ye.

Bi dizî hînî zimanê Kurdî dibe

Fîdan serpêhatiya xwe wiha dibêje, “Dema ez piçûk bûm min gelekî ji xwendinê hez dikir. Ji ber kevneşopiyên civakê jin piçûk didîtin, lewma min nedikarî xwendina xwe dewam bikira û min heta refa 6’an xwend. Her wiha li kêleka çandiniyê min alîkariya dayika xwe dikir. Dayika min bi keda destên xwe tevn çêdikir, min jî pîj çêdikirin. Lê xwendin her li bîra min bû, min her dem xwe bi xwe perwerde dikir. Her wiha min bi dizî xwe hînî zimanê Kurdî jî dikir.”  

Divê vîna mirov xurt be

Fîdan, herî dawî dibêje, vîna mirovan xurt be dikare her karî bibe serî: “Di demên betlaneyê de, ez di malê de dirûnê dikim, cilên zarokan û mezinan çêdikim. Di nav de ez wêneyan jî xêz dikim bi şagirtan didim fêrkirin. Her wiha ez û zarokên birayê xwe hev fêrî tîpan û xwendinê dikin. Ji ber ku gund dûrî bajêr e, ez di çûyînê de zehmetiyan dikşînim. Çandina erdan ez bi xwe dikim, kemûn, nîsk, çolik, ceh û genim diçînim. Dibe ku hin kes bibêjin, ev jin astengdar e nikare ti karî bike. Berovajî wê, ez her karî dikim, ti kar li pêşiya min nabe asteng, ji ber ku dema vîna mirovan xurt be, wê demê mirov dikare li ber civakê jî rabe û çi kar hebe jî dikare bike. Xelk hez ji min dike, ji ber ku ez bi hemûyan re dibim alîkar. Ez bi hêvî me ku kesên astengdar hêviya xwe ji jiyanê qut nekin û li hemberî hemû astengiyan bisekinin.” 

JINHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.