Li Helebê komxebata diyalogê ya jinan

Nûçeyên Jin

Şemî 29 Cotmeh 2022 - 03:21

Komxebata diyalogê ya jinan ji hêla Malbenda Çandê ya Helebê bi sernava "Jin û veguherîna demokrasî li Sûriyê" bi beşdariya 55 delegeyên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh dest pê kir.

Ji Idlibê, Şam, Heleb, Laziqiye, Tertos û Siwêda delegeyên jin beşdar bûn. Her wiha gelek nûnerên ji partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) jî tê de hebûn.

Komxebat li kafîterya Telit Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket.

Li gorî komîteya amadekar, armanca bingehîn ji vê komxebatê yekkirina nêrînan jinan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ye.

Komxebat bi du mijarên sereke mijûl dibe; nasnameya nîştimanî ya Sûriyê giştî û rola jinên Sûriyê di veguhertina demokratîk a ber bi nenavendîbûnê ve. Rojên destpêkê yên komxebatê bi axaftina hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid dest pê kir. Her wiha parêzer û hevseroka MSD’ê Emîne Omer rewşa siyasî nirxand. 

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.